Pesnê simbêl da, 1,5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn

Mehmet Alî Bora, ku di medya civakî de pesnê simbêlê şervanên YPG'ê da, doz lê hate vekirin. Dadgeriya Tirk salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Bora birî.

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya dijî Kobanê de, ku cîhan rabû bû ser piyan, welatiyê bi navê Mehmet Alî Bora jî di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyên şervanên YPG'ê parve kir û gotina, "Ez bi qurbana simbêlê we bim" nivîsand. Dozgeriya komarê ya Wanê, ji ber vê parvekirinê, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn li Bora vekir.

Doza di çarçoveya vê lêpirsînê de li Bora hate vekirin, li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi rê ve çû. Dadgeha dewleta Tirk, dayina pesnê simbêlê şervanên YPG'ê weke 'propaganda rêxistinê' qebûl kir û salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Bora birî.

Mehmet Alî Bora der barê mijarê de axivî û anî ziman, ku biryar hiqûqî nîne û ew ê li ber biryarê rabe. Bora destnîşan kir, îdîaya navborî sûc nîne û biryar rexne kir.