Pêşenga têkoşînê ya li Rojhilat: Kawenda Agirî

Kawenda Agirî, ji bo her mirovên ji Rojhilat tevlî nava têkoşînê bû, ya jî li wir dest bi pratîkê kir, bû mamoste. Ew gerîlayeke fermandar bû û ji kar re bû pêşeng.

Rêwîtiya ku ji Serhedê dest pê kir û heta Rojhilat domiya: Kawenda Agirî. Mîna gelek jin û ciwanên ku dixwestin bigihêjin xeyalên xwe û Kurdistanê azad bikin, tevlî nava têkoşînê bû. Ji bo her kesên li Rojhilat tevlî nava têkoşînê bûn û li wir ketin nava pratîkê, bû mamoste. Ji kar re bû pêşeng û bi dilnizmiya xwe dihate naskirin.

Kawenda li ser tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê wiha gotibû: "Dîlgirtina Rêbertî ji aliyê hestewarî ve bandor li min kir. Ji bo tevlîbûnê min hewl da, lê belê sala 2005'an firsenda min a tevlîbûnê çêbû. Di nava gerîla de ya ku bala min destpêkê kişand, jiyana hevlana bû. Bi taybetî jiyana hevalên jin, karên wan ên li nava yekîneyên jinan û ahengiya wan bû.

Mînak; li nava civakê karên ku jin dikin diyar in, lê li vir sînorê karên jinan nîne. Vê yekê gelekî bandor li min kir. Destpêkê ez bi xwe ne piştrast bûm, lê belê min dît ku jin her karî dikare bi serê xwe bike. Jiyana gerîla civakîbûneke nû ye. Dikarim bêjim ku di serdema heyî de jiyana herî wekhev û hêja ya gerîla ye, ji ber ku li her qadê divê mirov bi wateyekê bijîn.

Civaka ku em di nav de ne ji aliyê fikrî û zîhnî ve ber bi tinebûnê ve diçe. Eşkere ye ku modernîteya kapîtalîst mirov xistiye rewşeke çawa. Di nava PKK'ê de ji bo mirov bibin xwedî hêza avakirina civakeke nû, ji aliyê zîhniyetê ve divê mirov xwe li ser bingeheke rast perwerde bikin. Perwerde ji bo min tê wateya jinûve avakirina xwe, zîhniyeteke nû.

Dema ku mirov bala xwe didin ser rewşa heyî ya jinan, tê dîtin ku zîhniyeta pênc hezar salî ya mêr serdest e. Modernîteya kapîtalîst bi jinê re ti nirx nehiştiye, ew her tim weke metayekê bi kar aniye. Jin di nava PKK'ê de dîroka xwe ya têkoşînê ji nû ve nas dike. Jinên ku civak ava kirine, li çiyê xwe ji nû ve xurt dikin. Jinên ku niha bûne artêş, mafên jinan diparêzin. Bêguman ev bi hewldan û keda hevrêyên şehîd pêk hatiye. Ji bo xwedî li vê mîrateyê derkevin em ji aliyê zîhnî û fîzîkî ve têdikoşin."

Kawenda bi kesayetiya xwe ya şervan, bi hezkirina xwe ya welat û bi qîmetê ku dida mirovan, li her deverê kesayetek bû ku rê li ber nûbûnê vedikir.

Nav paşnav: Şahbanûr Zorbay
Nasnav: Kawenda Agirî
Dem û cihê jidayikbûnê: 1985 Agirî
Dema tevlîbûnê: 2005 Agirî
Dem û cihê şehadetê: 2015 Ciwanro