Penîrê bi sîrik li dezgehan e

Penîrê bi sîrik ê navdar ê Wanê, bi biharî re dîsa li ser dezgehan cihê xwe dît.

Bi biharî re penîrê bi sîrik ê Wanê ku bi sûrimê tê çêkirin li dezgeh û sifreyan cihê xwe dît.

Penîrê bi sîrik ku zivistanî di bin erdê de tê hiştin, bi biharî re şûna vê penîrê bi sîrik ê teze li dezgehan xuya kir. Ya ku penîrê bi sîrik ê Wanê ji penîrê dî yê cîhanê cuda dike ji ber sûrima wê ye ku li çiyayên herêmê tê behevkirin.

Naneya çiyê ya ku tevlî penîr tê kirin, bi catirî, sirûm û sîrik, mendol, helis, caşûr, siyabo tehmeke xweştir didiyê. Ji ber ku ji şîrê pezê herêmê yê ku ji giyayê nebatên herêmê dixwin, tê çêkirin jî, ev tehma wê xweştir dike. Bi ser de yek ji taybetmendiya diyarker a ku van du hêmana temam dike jî, ew e ku bi keda jinan tê çêkirin. Penîrê bi sîrik ku ji bo gelek malbatên herêmê deriyê debarê ye, ji bo bajarên Tirkiyê û gelek welatên cîhanê têne şandin.

QEDEXEYÊN ZOZANAN BIHA ZÊDE KIR

Biharî û havînî ji ber ku penîrê bi sîrik zêde bû bihayê wê jî piranî kêm bû. Beriya niha kilo bi 5-10 lîreyan bû lê vê zivistanê 15-20 lîreyan bû.  Li Wanê û bajarên dî yên herêmê ji ber sedema  qedexya li herêmê sewalkarî kêm bû, penîr jî kêm bû. Kêmbûna hilberînê kir ku biha zêde dibe û ji bo vê jî mezaxtina wê hate sînordarkirin. Ji ber sedema qedexeya li ser zozanan îsal kiloya penîr bi 15-20 lîreyan tê firotin. Ji ber sedema ku bihayê wê zêde bû bandorê li firotinê dike. Penîrê ku her sal bi tonan tê firotin, êdî li bazaran bi kîlo û graman tê firotin.

Lİ GORÎ SALÊN BERÊ KÊM BÛYE

Esnafê Penîrfiroşên Wanê Hasan Ayan got bihayê penîr li gorî berê zêdetir bûye. Ayan diyar kir ku penîrê bi sîrik ji Payizava, Payizaxa, Erdîş û Bêgirê tê, ji ber sedema zêdebûna bihayê wê û bêkariyê firotin pir kêm bûye. Welatiyê bi navê Mehmet Aydin jî got çawa ku her tişt biha dibe, bihayê penîrê bi sîrik jî zêde dibe.