'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê'

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi 'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê' re nîşan dan ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hêza bingehîn e.

PKK, piştî biryara bêçalakîtiyê ya sala 1999'an dest pê kir û 5 salan domiya, 1'ê Hezîrana 2004'an biryar da ku têkoşîna çekdarî bidomîne. Hin hêz û derdoran bi israr îdîa kirin ku PKK wê negihêje hêza xwe ya berê ya şer. Lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi 'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê' re nîşan dan ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hêza bingehîn e.

Gelê Kurd ku ji dema damezrandina netewe dewleta Tirk û pê ve hate înkarkirin û hewl hate dayin bê tinekirin, bi pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an re ji nû ve derkete meydanê. Tevî ku hin hêzan îdîa kirin ku şerê li dijî faşîzma Tirkiyeyê ne pêkan e û neşerkirin, bêçekbûn li Tevgera Azadiyê ya Kurd ferz dikirin jî, bi pêşengiya fermandarê efsanewî yê gerîla Agît (Mahsûm Korkmaz) hêza gerîla bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê fîşeka destpêkê teqand û bi vî rengî di dîroka gelê Kurd de û di dîroka gelên bindest de veguherî hêza pêşeng.

Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an û pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ku dewama wê bû, li Rojhilata Navîn gelek tişt guhert û bi xeta parastina rewa veguherî stratejiyeke şer û kete rojeva dinyayê. Hêzên navneteweyî ku ji sala 1999'an heta sala 2004'an di nava pêvajoya agirbestê de bêçekbûn û îmha li Tevgera Azadiyê ya Kurd ferz kirin, li pêşberî berxwedan û jinûve avabûna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ser neketin.

AGIRBESTA 4’AN Û OPERASYONÊN ÎMHAYÊ

Ji hêla Tevgera Azadiyê ya Kurd ve 1’ê Îlona 1998’an cara 4’an agirbest hate ragihandin. Agirbest piştî hevdîtinên rasterast û nerasterast pêk hat. Lê dema agirbestê di serî de li ser qada Botanê, li ser gelek qadên gerîla dewleta Tirk a faşist operasyonên îmhayê domand. Bi taybetî li çiyayên Kato yên Botanê di van operasyonên îmhayê de 32 Gerîlayên Azadiyê yên Kurd şehîd bûne.

DERXISTINA OCALAN A JI SÛRIYÊ Û KOMPLOYA KU PÊŞ KETÎ

Îlona 1998’an di civîna Desteya Ewlehiya Millî (MGK) ya Tirk de li gorî biryara veşartî ya dewleta Tirk xwedêgiravî li ser rejîma Sûriyê ya ku destekê dide PKK’ê, wê zext bihata kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê bihate derxistin. Li gorî vê biryarê Orgeneralê Fermandariya Hêzên Bejahiyê yê dewleta Tirk Atîlla teş li navçeya Reyhanlî ya Hetayê di axaftinê de ya ku xîtabî gel dikir, li ser rejîma Sûriyê ku xwedêgiravî destekê dide PKK’ê daxuyaniyên tund da. Li pey vê daxuyaniyê, Serokomarê TC’ê ya faşist Suleyman Demîrel, di axaftina xwe de ya li Meclîsê bi gotina, ‘’Li bara Sûriyê sebr û semaxa me nemaye, em mafê bersivdanê veşartî dihêlin’’ û peyam da ku ew her gav dikarin êrîşê bibin ser Sûriyê. Li pey van daxuyanî û peyaman Serokdewletê Misrê Husnû Mubarek ji bo ku di navbeyna Sûriyê û Tirkiyê de navbeynakariyê bike hate Enqerê.

Piştî zexta li ser rejîma Sûriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku ‘’pirsgirêka Kurd’’ bi rêyên aştî, siyasî û dîplomatîk çareser bike ji Sûriyê derbasî Ewropayê bû. Dema ku xebatên dîplomatîk ên Ocalan li Ewropayê dom dikir, PKK’ê Kongreya 6’an dikir. Hê beriya ku Kongreya 6’an a PKK’ê bi encam bibe, bi ‘’Komploya Navdewletî’’ ku gelek dewlet di nav de bûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê rehîn hate girtin û teslîmî Tirkiyê hate kirin.

ÇALAKIYÊN, ‘’HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’’

Ji 16’ê Sibata 1999’an ve dewleta Tirk a faşist nîjatperestî gur kir, şowenîzm har kir. Li dijî faşîzmê û şowenîzmê gele Kurd li dora Rêbertiya xwe kom bû û kete pêvajoya çalakiyan.

Kurd, hê dema ku Rêberê Gelê Kurd li Ewropayê bû rabû ser piyan û bi rengekî bêhempa li Rêbertiya xwe xwedî derket. Piştî ku Rêbertiya Gelê Kurd teslîmî Tirkiyê hate kirin Tirkiye bû qada şer. Her roj ciwanan, yixtiyaran û jinan bi dehan çalakî kirin. Li Tirikyê rojên şevreşkî dest pê kirin.

Çalakiyên xweşewatandinê ku beriya niha li Rûsyayê bi dirûşma, ‘’Hûn nikarin Roja me tarî bikin’’ dest pê kiribû, bi berfirehî berdewam kirin. Çalakiyên ku bi Halît Oral re dest pê kirî û 63 kesan bedena xwe dayî ber êgir, li dora Rêber Gelê Kurd bûne xelekeke ji êgir û çalakiyan xwe gihandin girseyeke berfireh.

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN BI ŞÊWAZA FEDAYÎ

Çalakiyên fedayî yên gerîla jî ku hê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bû , dest pê kiribûn, piştî komploya 15’ê Sibatê zêdetir bûn. Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurd bi çalakiyên ku kirin û bi çalakiyên xweşewitandinê li Rêbertiya xwe xwedî derketin, div ê rewşê de ku dewleta Tirk şowenîzm geş dikir, di rewşa kaosê de, Nîsana 1999’an xwest ku biçe hilbijartinê. Di encama van hilbijartinan de DSP bû partiye pêşî, hikûmeta koalîsyonê ya bi hevkariya Ecevît, Bahçelî û Yilmaz ava bû.

AGIRBESTA 5’AN Û LÊGERÎNÊN AŞTIYÊ YÊN OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, ji bo atmosfera kaotik a ku dewleta Tirk tê de belav bike, pêşî li hevqirikirina civakan bigire û Têkoşîna Azadiya Kurd bi rêyên aştî, demokratik û siyasî çareser bike, teza ‘’Komara Demokratîk’’ danî holê û mudahele li pêvajoya tevlîhev kir.

Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratik çareser bike bi dewleta Tirk re hin hevdîtin kir. Piştî van hevdîtinan Ocalan bang li PKK’ê kir û agirbest ragihand. PKK’ê jî Tîrmeha 1999’an kom bû, diyar kir ew ê keda xwe bi kêmasî li projeya çareseriyê ya bi rêbazên demokratik a ji bo pirsgirêka Kurd a Rêberê Gelê Kurd, zêde bikin.

Li dijî projeya çareseriyê ku Ocalan bi rêyên aştiyê danîbû holê û agirbesta 5’an dewleta Tirk a faşist 31’ê Gulana 1999’an li dadgehê biryara darvekirinê da. 29’ê Hezîrana 1999’an hate armanckirin ku darvekirin bi fiîlî pêk were. Lê ji ber çalakiyên gele Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurd ên xwe şewitandinê û çalakiyên fedayî dev ji vê biryarê qeriyan.

VEKIŞÎNA GERÎLA

2’yê Tebaxa 1999’an deklarasyona Ocalan a 10 xalî hate ragihandin û hêzên gerîla ji Bakur ber bi Başûr ve vekişiyan. 1’ê Îlona 1999’an, Roja Aştiyê ya Cîhanê vekişîn dest pê kir.

Ocalan ji bo ku qeyîmbûna niyeta aştiyê ya Tevgera Azadiya Kurd nişan bide,Cotmehê xwest ku koma aştiyê ji Şemzinanê 8 gerîla sînor derbas bikin û keda xwe li pêvajoyê zêde bikin. Piştre ji Ewropayê koma duyan a aştiyê hate Tirkiyê.

Dema ku gerîla vekişiyayî dewleta Tirk êrîşeke giran dibir ser gerîla. Dema vê vekişînê, di operasyonên îmhayê yên dewleta Tirk de 400 gerîla şehîd bûn.

HEWLDANÊN TASFIYEKIRINA PKK’Ê Û BERXWEDANA GERÎLA

Dema ku Ocalan hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratik çareser bike hêzên navnetewî ji bo ku tevgera PKK’ê tasfiye bikin, bi asta navnetewî ketin nav lêgerîna ku konsepta tasfiyekirinê. Di encama vê de Gulana 2000’an pêşmergeyên YNK’ê dora kampên PKK’ê pêça, Îlona 2000’î li Karadagê hewldana êrîşê bire ser kampa şervanên PKK’ê yên nû.

Li dijî vê pêla êrîşê ya YNK’ê hêzên PKK’ê jî bi mebesta xweparastinê li ber xwe dan û pêşmergeyên YNK’ê bi temamî ji qada Qendîlê derxist. Piştî ku KNK û dewleta Îranê ketin navbeynê û ji bo ku kedekê li pêvajoya çareseriyêzêde bike PKK’ê hin qadên ku jê standibûn li YNK’ê vegerand.

Dewleta Tirk a ku êrîşên YNK’ê yên li ser PKK’ê ji bo xwe fersend dîtî, hêzên xwe yên leşkerî heta bi Ranyayê anî, dema ku berxwedana PKK’ê dîtî xwe li ber êrîşan ranegirt û ji bêgavî vekişiya. Berxwedana PKK’ê ya li dijî êrîşên YNK’ê, nişan da ku PKK êrîşên leşkeri yên xwe li ser dişikîne û hem jî hate qebûlkirin ku PKK li Başûr hêza sêyan e. Û bi vê pêvajoyê re Qadên Parastinê yên Medyayê çêbû.

JI NÛ VE AVAKIRINA HPG’Ê

Xebatên ji nû ve avakirina HPG’ê domd kir, ji 2001’ê heta 2003’yan hêzên HPG’ê ji hêla leşkerî, teknîkî ve hatin perwerdekirin û kete asta proefsyonelbûnê. Bi vê çarçoweyê HPG’ê Tîrmeha 2001’ê Konferansa xwe ya 1’ê pêk anî. Di vê konferansê de biryar li ser hate standin ku ji gerîlayên klasîk derbasî gerîlayên modern bibin. Hate armanckirin ku avaniya rêxistinî de dirûvekî nû derkeve holê, nîqaşên ku divê avahiya HPG’ê li gorî pêvajoya nû bidirûv bibe, bi perwerdehiyan xwe nû bike, bi vê konferansê re dest pê kirin.

Bi vê pêvajoyê re Akademiyên Mahsûm Korkmaz, Hakî Karer hatin avakirin, bi çarçowya rêxistiniya YJS Starê akademiya perwerwedehiyê ya resen a Ş. Bêrîyan hate avakirin. Akademî di pêvajoya xwenûavakirinê de bi risteke girîng rabûn. Kir ku hêzên gerîla ku li gorî stratejiya şerê gel ê berê rêxistinî bûbûn, li ser hîmê paradigmaya nû, ji hêla hişmendî ve biguherin. Piştre gerîlayê modern, profesyonel derkete holê.

Ev pêvajoya xwenûkirinê ya HPG’ê bi parastinên sala 2001 û 2002’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dabû DMME’yê, geştir bû û qeyîmtir bû.

‘’CEJNA GULAN’’ Û LÊGERÎNÊN ÎMHAYÊ YÊ DEWLETA TIRK

2’yê Tebaxa 2002’yan dewleta Tirk a faşist darvekirin bi temamî rakir. Rakirina biryara darvekirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji hêla gele Kurd ve mîna ‘’roja gul’’ê hate pîrozkirin.

Ji 2003’yan û pê ve, hate dîtin ku dewleta Tirk a faşist ber bi çareseriyê ve nayê û li dijî konsepta rizandin û tasfiyekirinê hêzên gerîla ji bo êrîşên pêkan bibersivîne, komên gerîla şandin hemû qadên Kurdistanê.

PKK’ê, di rewşeke wiha de ku geşedan nîn in, nediyarî heye, çareseriya aştî û demokratik pêk nayê, haziriya leşkeri weke peywireke jêneger danî holê. Û Tevgera Azadiya Kurd jî bi rengekî serkeftî ev hazirî temam kir. Bi vê çarçoweyê gerîlayan hamleya ‘’Pêngava 1’ê Hezîranê ya Gerîla’’ da destpêkirin û bi vê çarçoweyê HPG’ê, Biryargeha Navendî ji Qendîlê bire Behdînanê.

HATINA SER DESTHILATÊ YA AKP’Ê Û PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ YA GERÎLA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hikûmeta AKP’ê ya ku Mİjdara 2002’an hatî ser desthilatê got, ‘’Divê 3 meh fersendê bidinê, heke ji hêla demokratîkbûnê ve gavan neavêje divê têkoşîneke aktif li dij were kirin’’ û li bendê ma ku dewleta Tirk keda xwe li pêvajoya çareseriya demokratik bike. Û HPG hemleya 1’ê Hezîranê bi esasî bi ‘’derengî’’ kire rojeva xwe û pratîze kir. Di rêya ber bi 1’ê Hezîranê ve civîneke girîng Sibata 2004’an, li civîna Zapê di civîna berfireh a Konseya HPG’ê de hate standin. Di vê civînê de biryar hate standin ku bilez li gorî pozisyona parastina aktif hazirî werin kirin. Bi vê çarçoweyê KONGRA GEL hemleya berxwedanê ya 1’ê Hezîrana 2004’an bi fermî kire biryara Tevgera Azadiya Kurd, wiha biryar li ser da û ev ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ DEST PÊ DIKE

Di 1’ê Hezîrana 2004’an de ku berdewama ‘’Pêngava Gerîla a 15’ê Tebaxê’’ bû, bi ‘’Hemleya Pêngava Gerîla ya 1’ê Hezîranê’’ ku Tevgera Azadiya Kurd dayî destpêkirin, artêşa Tirk ku li bara çalakiyên gerîla ku dîsa dest pê kirin, têkçûna mezin xwarî, xwest ku konsepta îmhayê di ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rê ve bibe. Bi serhildan û çalakiyên gelê Kurd û gerîla ya bi çarçoweya pêngava ‘’Êdî bes e’’ ya li dijî dewleta Tirk, ku dewleta Tirk bi çarçoweya êrîşên îmhayê xwestî Ocalan jehrî bike, hate pûçkirin.

Bi ‘’Pêngava Gerîla ya 1’ê Hezîranê’’ re, li bara çalakiyên gerîla yên ku zêde bûyî. Artêşa Tirk a ku her sal derbên giran xwarî, di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de jî rihekî nû derxiste holê.

GERÎLA VEGERIYA SER MEWZIYÊN XWE

Pêvajoya agirbestê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 1’ê Îlona 1999’an dayî destpêkirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk ê li ser Ocalan û PKK’ê û li ser gele Kurd bi navê ‘’Polîtîkaya Rizandinê’’ rê ve dibir, ji ber nêzîktêdayinên nejidil, tasfiyeye, 1’ê Hezîrana 2004’an bidawî bû. Bi hemleya 1’ê Hezîranê re ku Tevgera Azadiya Kurd ragihandî, hêzên gerîla li Bakurê Kurdistanê vegeriyan ser mewziyên xwe.

Hikûmeta AKP’ê ya ku wê demê li ser desthilatê bû, bi daxuyaniyan digot şerê ku wê bibe wê negihije asta şerê salên 1990’î lê piştî vê biryara pengavê ku PKK’ê standî, bi pevajoya şer re ev daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê hatin pûçkirin, binê wê hate xêzkirin ku ev gotin ji spekulasyonê wêdetir ne tiştekî din in.

BI ŞERÊ GERÎLA SPEKULASYON HATIN PÛÇKIRIN

Spekulasyonên Hikûmeta AKP’ê bi çalakiya hêzên gerîla ya li ser qereqola Gemanê ya li Çelê ya Zagrosê ku şeva 1-2’yê Hezîranê saet derdora 01.00’ê pêk hatî, pûç bûn. HPG’ê bi daxuyaniyên rojane got 12 leşker hatine kuştin û gelek wesayiyên zirxî hatine rûxandin. 26’ê Hezîrana 2004’an artêşa Tirk a dagirker bi 15 hezar leşker operasyoneke berfireh bire ser Botanê. Lê artêşa Tirk ku li bara gerîla tiştek bi dest nexistî, 25 leşkerên xwe jî di operasyonê dan û hin belge jî bi dest xistin.

Di nav nîqaşan de bê ka hêzen gerîla wê bikaribe şer bike yan na, gerîla heman salê gelek çalakî kirin. Nexasim dema perwerdehiyê ya Tûgaya Komando ya Ovacik Dersimê, bi çalakiyekê 20 leşker hatin kuştin.

2005’AN JÎ ÇALAKIYÊN GERÎLA BÊNAVBER DOM KIRIN

Hikûmeta AKP’ê piştî çalakiyên gerîlya piştî ragihandina pêngava gerîla û nexasim Newroza 2005’an piştî ragihandina ‘’Konfederalîzma Demokratîk’ cara pêşî hebûna ‘’Pirsgirêka Kurd’’ ji bêgavî qebûl kir. Bi ser de Erdogan got, ‘’Pirsgirêka Kurd pirsgireka min e’’. Lê ji hêla nêzîktêdayinê ve tiştek neguherand, hêza leşker û polîsan dîsa xebitand.Li dijî van êrîşên îmhayê yên bi desteka leşker û polîsan, çalakiyên gerîla 2005’an bênavber dom kir.

ÇALAKIYÊN GERÎLA LI HER DEVERÊ BERBELAV DIBIN

2005’an çalakiya pêşî li herêma Botanê 24’ê Adarê li Şirnexe pêk hat. Bi çarçoweya van çalakiyan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, ‘’Tanzêrek hate rûxandin û 7 leşker hatin kuştin’’. Gulanê jî di çalakiyeke dî ya gerîla de 8 leşker hatin kuştin. Yek ji çalakiya gerîla ku wê demê mohra xwe li demê xist, ew bû ku li ser rêya Dersim-Xarpêtê dema kontrola nasnameyan hêzên gerîla leşkerekî bi navê Coşkun Kirandî êsîr girtibûn. Leşkerê êsîr 4’ê Tebaxê teslîmî heyete hate kirin. Li gel vê jî hêzên gerîla li navçeya Şebînkarhîsarê ya Gumuşhaneyê bi çalakiyekê 8 leşker kuştin. Û li qada Zagrosê jî helîkoptêreke bi tîa Skorskyê yê artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

GERÎLAYÊN JIN BANG KIRIN :’’TESLÎM BIBIN’’

9’ê Cotmehê jî artêşa Tirk bi tevlêbûna 10 hezar leşker li qadên navendê ya Dersimê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker berirya operasyonê şebekeyeke taybet a telefonê anî qadê û bêyî ku cîhazan bi kar bîne, hemû koordîneyên xwe xwest bi rêya telefonê bi cih bîne. Û bi vê çarçoweyê armanc kir ku hêzên gerîla yên li qadê îmha bike. Lê li dijî vê operasyona artêşa Tirk gerîlayên YJA Starê jî çalaki kirin, bang kirin û gotin, ‘’Teslîm bibin’’.

2006’AN ÇALAKIYÊN GERÎLA KÊM NEBÛN

Li hêlekê nîqaşên ku gerîla nikarin şer bikin dom dikir û li hêla dî Tevgera Azzadiya Kurd li qadê bi çalakiyan derbên giran li artêşa Tirk dixist. 2006 ji bo gerîla bû sala tije çalakî. Nexasim artêşa Tirk her çendî hewl dida ku çalakiyên gerîla berevajî bike jî, windahiyên ku dida dikete ser çapemeniya Tirk û cîhanê. Di daxuyaniya fermî ya artêşa Tirk de ku di medyaya Tirk de hatibû weşandin, hatibû gotin, ‘’14’ê Gulana 2006’an li Şirnexê 4 leşker, 11’ê Tîrmeha 2006’an li Hezexê ya Şirnexê 2 polîs, 16’ê Tîrmeha 2006’an li Dihê ya Sêrtê 7 leşker û 1 kontra, 27’ê Gulana 2006’an bi çalakiyeke sabotajê ya hêzên HPG’ê ya li Gêncê ya Çewlikê efserek hate kuştin.’’ Di daxuyaniya HPG’ê de jî hate gotin, 4’ê Nîsanê li Gênc-Çewlikê 4 polîs, li Aricak Xarpêtê 1 serheng û 1 leşker, 15’ê Tebaxê jî li Gabarê 7 leşker hatin kuştin.

SERHILDANA GELÊ AMEDÊ

2006’an ku çalakiyên gerîla dom dikir, yek ji şerê ku mohra xwe li 2006’an dayî ew şerê li Mûş Gunevî bû ku 14 gerîla şehîd bûbûn. Cenazeyên 14 gerîlayên ku di oprasyonê de, ya bi tevlêbûna 10 hezrar leşker û kontrol şehîd bûbûn, dema ku anîn bajarên wan gele Kurd bi serhildanan ew pêşwazî kirin. Piraniya gerîlayên ku şehîd bûbûn ji Amedê bûn. Dema serhildanên Amedê gelek mirovên sivîl jî bi êrîşên polîsan şehîd bûn. Gotinên Erdogan ku di bîra Kurdan û dostên wan de maye, ku digot, ‘’Jin jî bin, zarok jî bin, tişta hewce wê were kirin’’ piştî van bûyeran hatibû kirin. Ji ber çalakiyên gerîla yên ku zêde bûbûn û serhildanên gel û atmosfera şer, zor li dewletê bû û Erdogan ji rêbazên klasîk dûr ket û li gorî xwe hin gotinên ‘’nerm’’ kirin. Lê ev serhildanên li Amedê, nêzîktêdayina rastî a Erdogan derxiste holê.

ÊRÎŞÊN LI SER OCALAN

Agirbesta yekalî ku bi banga Ocalan 1’ê Cotmehê dest pê kiribû, 1’ê Gulana 2007’an piştî ku parêzerên Ocalan gotin, ‘’Ocalan li Imraliyê tê jehrdan’’ bidawî bû. Vê daxuyaniya parêzeran li nav gelê Kurd bû sedema hêrseke mezin. Û gele Kurd û tevgera PKK’ê bi ‘’Pêngava Êdî Bes e’’, bi serhildan û çalakiyan bersiv dan. PKK jî bi daxuyaniya ku dayî got, ‘’Nêzîktêdayina li Rêber Apo sedema me ya aştî û şer e’’ û ragihand wan agirbest bi dawî kirine.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN JEHRDANÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bihara 2007’an şerê pêşî li Kîgî û Yayladereyê çêbûn. Têkilî van qadan HPG’ê got, ‘’Artêşa Tirk a dagirker 7’ê Nîsanê bi tevlêbûna nêzî 20 hezar leşker operasyonek kiriye. Li vir di şer de ku bi rojan dom kir, ji 80’yî zêdetir leşkerên Tirk hatin kuştin’’ û bi domdarî got, ‘’Di vî şerî de artêşa Tirk pir zêde teknîk bi kar aniye. Li gel her cure teknîkê çek û bombeyên Napalm û hwd bi karaniye û artêşa Tirk a ku tiştek bi dest nexistî, leşkerên ku ji hêla gerîlayan ve hatine kuştin li pey xwe hiştine û vekişiyane.’’

Dîsa Nîsanê nûçeyên çalakiyan hatin. Çalakiya pêşî li Alîbogazê ya Dersimê bû. 14’ê Nîsanê artêşa Tirk bi tevlêbûna ji 10 hezaran zêdetir leşker li ser vê qadê operasyon da destpêkirin, gerîlayên li vir çalaki kirin û 15 leşker kuştin. Û HPG’ê diyar kir, gerîalyan dest li ser gelek malzemeya leşkerî û teknîkê daniye.

ÇALAKIYA OREMARÊ

2007 bû saleke ku bi çalakiyên gerîla tije Nexasim payiza 2007’an Gerîlayên Azadiyê yên Kurd bi çalakiya ku birin ser tabura Oramarê ya Geverê, hemû rojeva Tirkiyê diyar kir. Artêşa Tirk li bara gerîla berdêlên giran da û windahiyên giran da. HPG’ê têkilî çalakiya gerîla bi daxuyaniyekê got, di şer de 35 leşker hatine kuştin, bi dehan leşker birîndar bûne û 8 leşker êsîr girtine. Ev leşkerên ku êsîr hatine girtin destpêkê her çendî ji hêla artêşa Tirk ve û rayedaran ve hatine înkarkirin jî, piştî ku HPG’ê dîmen û ropartajên leşkerên êsîr par ve kir, ji bêgavî qebûl kirin. Piştî ku êsîr hatin girtin bi mehekê ev leşkeri teslîmî heyete kirin ku ji Tirkiyê hatibûn. Wezîrê Dadê yê wê deme têkilî leşkeran got, ‘’Xwezî miribûna û min ew wiha nedîtibûna’’ û hişmendiya xwe ya faşist bi hemû raya giştî re par ve kir.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER QADÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

16’ê Kanûna 2007’an artêşa Tirk bi 50 balafirên şer êrîşa hewayî bire ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Ev êrîş jî bi nûçeyên derewîn dane çapemeniya Tirkiyê û cîhanê. Lê Fermandarên Biryargeha HPG’ê bi daxuyaniyên têkilî pêvajoyê, şêwza şerê taybet û psikolojik a artêşa Tirk nîşan dan û têkçûna artêşa Tirk raxistin ber çavan.

OPERASYONA ZAPÊ Û BÊGAVIYA ARTÊŞA TIRK

Dewleta Tirk a faşist bi êrîşên hewayî yên zêde yên li ser Başûrê Kurdistanê, dabû hîskirin ku ew ê operasyonekê bidin destpêkirin. Sibata 2008’an artêşa Tirk a dagirker, li ser Başûrê Kurdistanê cara 28’an operasyona derî sînor da destpêkirin. Dema vê operasyonê medyaya şerê taybet a Tirk jî bi nûçeyên derew qarepar dikir. Nexasim rojnameya Hurriyetê ya wê deme bi manşêtên ‘’Di roja reş de rojê hilat’’, rojnameya Sabahê bi manşêta ‘’Ji şîngirtinê ber bi eniyê ve’’ operasyona Zapê didan, operasyona ku 9 rojan dom kirî,bi renge, ‘’Sefera Duyemîn a Enwer Paşa’’ derbasî dîrokê bû. Encama operasyonê jî ji ya Tevgera Sarikamişê ne cuda bû.Di vê operasyonê de ku artêşa Tirk a dagirker birî ser qada Zapê ku di kontrola hêzên gerîla de bû, bi sedan windahî dan û ji bêgavî vekişiya. Serekerkanê wê deme Yaşar Buyukanit gotibû, ‘’Weke ku em mû ji ser tûk bikişînin em vekişiyan’’ û danî holê bê ka artêşa Tirk bi kîjan psîkolojiyê vekişiyaye. Ev operasyon bi rojan di raya giştî ya Tirk de hate nîqaşkirin.

Li gel vê, operasyona Zapê li nav Kurdan hîsên netewî qeyîm kir, armanca îmhayê ya dewleta Tirk a faşist şikand, kir ku di navbeyna hikûmeta Tirk û muxalîfên wê de pevçûn çêbibin.

BI SED HEZARAN KES LI XABÛRÊ PKK’YÎ PÊŞWAZÎ KIRIN

Li Oremar, Gabarê piştî gelek çalakiyên gerîla û piştre li operasyona Zapê, piştî ku artêşa Tirk a dagirker têkçûneke mezin xwar, êdî pê derxistibûn ku li bara hêzên gerîla ti siûda wan a serkeftinê nemaye. Ji ber vê jî hikûmeta wê demê AKP’ê kete nav lêgerînên nû. Serokkomarê wê demê Abdullah Gul bi gotina, ‘’Wê tiştên xweş bibin’’ got, divê ‘’Pirsgirêka Kurd’’ bi lezgînî were çareserkirin. Li ser van daxyaniyan, PKK’ê 13’ê Nîsana 2009’an bi daxuyaniyên ku dayin ragihand ku ew dîsa agirbesta yekalî radigîhinin.

Van daxuyaniyan li nav civaka Tirkiyê her çendî hêviyeke mezin çêkiribe jî, 14’ê Nîsana 2009’an, bi ‘’Çarşemên Reş’’ bi ‘’Operasyonên Qirkirina Siyasî yên KCK’ê’’ ku hikûmeta AKP’ê rê ve dibir, li dijî vîna siyasî ya gele Kurd êrîşên darbeyê hatin rêvebirin.

Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bir armanca ku ‘’Pirsgirêka Kurd’’ bi rêbazên aştiyê çareser bike bang li her kesî kir ku keda xwe li aştiyê bike. Li ser vê banga Ocalan 34 kes ji sînorê Xabûrê derbas bûn û xwestin keda xwe li pêvajoyê bikin. Ev 34 şoreşger ku ji hêla gelê Kurd ve weke qasidên aştiyê hatine dîtin, li ber deriyê sînor ê Xabûrê ji hêla 100 hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Vê rewşê jî li nav hemû civaka Tirkiyê hêviya ku wê aştî bibe û şer biqede, çêkir. Lê vê rewşê li Tirkiyê hêzên komploger û statûkoparêz ji bin ve hejijand. Û ev derdor ketin nav fikarên kûr.

JI PÊNGAVA GERÎLAYAN BER BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Têkoşîna gerîlayên Kurd a ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li dijî rejîma darbeyê ya Kenan Evren bi fîşeka Egîd (Mahsûm Korkmaz) hatibû destpêkirin û Kurdistan di serî de li Rojhilata Navîn rê li ber gelek pêşketinan vekir. Têkoşîna gerîlayan di 1’ê Hezîrana 2004’an de li hemberî faşîzma kesk a Hikumeta AKP’ê bi biryara têkoşîna çekdarî domiya. Îro jî gelekî ku ‘tune’ tê hesibandin, li Rojhilata Navîn aktorê herî girîng e. Tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gerîlayên wê li dijî faşîzma DAÎŞ û Erdogan e yên ku li Rojhilata Navîn tovên paşverûtiyê belav dikin.

“DESTPÊKIRINA SERDEMA STRATEJÎK A 4’EMÎN”

Piştî ku 34 qasidên aştiyê yên ku ji Xabûrê ketin Bakurê Kurdistanê û ew derxistin ber dadgehê, li hemberî vê nêziktêdayîna dewleta Tirk Ocalan heta Gulana 2010’an dem da dewleta Tirk. Ocalan diyar kir ku heke dewleta Tirk ji bo pêvajoyê gavê neavêje, ew ê tevlî pêvajoyê nebe û diyar kir ku heke ev pêvajo wisa bidome wê şer girantir bibe. Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurdan têkeve serdemeke dîrokî. Navê vê serdemê jî Serdema Têkoşînê ya Stratejîk a 4’emîn bû. Ocalan diyar dikir ku di vê pêvajoyê de wê şer him li bajaran û him jî li bejahiyê çêbibe.

Gava pêşîn a vê pêngavê di 17’ê Nîsanê de li navçeya Ladîkê ya Samsûnê hate avêtin. Bi şev saet di 22.00’an de gerîlayan li wesayîta polîsan dan û li vê derê 2 polîs hatin kuştin. Bi vê çalakiyê re Serdema Stratejîk a 4’emîn dihat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi çalakiyên ser hev, artêşa Tirk li qadê tevizî. Di 20’ê Hezîranê de hemû ajansan nûçeyên deqîqeya dawîn dan û hikumeta AKP’ê jî civînên li ser krîzê li dar xistin û xwestin vê krîza li ser Tirkiyeyê biavêjin. Li gorî agahiyên ku HPG’ê dabû, gerîlayan li Girê Konserve yê li Şemzînana Colemêrgê dabû û li vê derê 37 leşker hatibûn kuştin û gerîlayan gir xistibûn bin kontrola xwe. Piştre li herêma Hantepe ya Çelê hatin lidarxistin. Li vê derê jî 31 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker birîndar bûn. Li gorî bîlançoya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di sala 2010’an de 283 leşker hatine kuştin û di van şeran de 93 gerîla jî bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ…

Biryardariya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a ku di 1’ê Hezîrana 2004’an de xwe îspat kir, bi şerê gel ê şoreşgerî gihişt lûtkeyê. Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê taktîka têkoşînê ya serdema nû jî xist meriyetê. Gerîlayan bi taktîka ‘lê bide û lê bimîne’ gelek qadên berfireh, rêyên di nav bajaran de xist bin kontrola xwe û dora artêşa Tirk girt. Gerîlayan dora Şemzînan, Elkê û Çelê girtin û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Bi ‘Operasyonên Şoreşger’ ên gerîlayan têkiliyên di navbera qereqolên artêşa Tirk qut bûn. Hikumeta AKP’ê bûyerên li qadê veşart lê tiştên ku li van deran qewimî êdî di medyaya biyanî û ya Tirkiyeyê de cih digirt. Rojnameya Mîllîyetê di 6’ê Tebaxa 2012’an de gotibû ku “PKK’ê ji 3 aliyan ve li Çelê da” HPG’ê bi daxuyaniyên xwe yên rojane diyar kir ku di ‘Operasyonên Şoreşgerî’ de qad ji artêşa Tirk hatine paqijkirin û qad bi rojan di destê gerîlayên HPG û YJA STAR’ê mane. Artêşa Tirk a ku li hemberî gerîlayan derbên giran dixwar, bi xerabbûna psîkolojiya leşkeran têk çû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 3’ê Kanûna 2013’an de bîlançoya sala 2012’an da û diyar kir ku 2221 leşker hatine kuştin.

19’Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞA ROJAVA…

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem bi israr diyar kir ku li Rojhilata Navîn divê xweparastin hebe. Di vê çarçoveyê de biryardariya têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an dest pê kir û biryara domandina têkoşînê ya di 1’ê Hezîrana 2004’an de, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê gihişt encamekê. Şoreşa Rojava bûbû bihara gelê Kurd. Artêşa Sûriyeyê ya dagirker êdî ji bajarên Kurdan dihatin avêtin. ‘Di Şerê Cîhanê yê Sêyêmîn de’ ya ku li Sûriyeyê pêk dihat û Ocalan berê qala wê kiribû, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku li hemberî hêzên hegemonîk xwe wekî hêzeke alternatîf saz kiribû, li Rojhilata Navîn Kurd kir aktorekî sereke û girîng. Li hemberî rêxistina cînayetê ya wekî DAÎŞ’ê ya ku tu kesan nekaribû xwe li ber wan bigire, Şoreşa Rojava têkoşiya. Dewleta Tirk di serî de hemû hêzên emperyalîst û mêtinger bi çavê gefekê li îdeolojî û pergala Şoreşa Rojava nihêrîn.

“PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK”

Di 28’ê Kanûna 2012’an de Erdogan di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku ji bo çareserkirina doza Kurdan li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin tê kirin. Piştî van hevdîtinan di 21’ê Adara 2013’an de Ocalan bi peyama di Newrozê de ji cîhanê re ragihand ku pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Piştî vê peyamê di 25’ê Nîsana 2013’an de PKK’ê diyar kir ku wê hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vekişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê. Tevgera Azadiyê ya Kurdan li gel ku berpirsyariya xwe bi cih anî û gavên hewce avêt, hikumeta AKP’ê tu gav neavêt. AKP’ê li Bakurê Kurdistanê avakirina qereqol û bendavan domand û dest bi amadekariya şerekî din kir.

Piştî mûtabakata li Dolmabahçeyê ya ku herdu aliyan gavên divên werin avêtin li ber raya giştî eşkere kirin, Erdogan ev mûtabakat red kir. Yalçin Akdogan ê ku serşewirmendê Erdogan e, ev mûtabakat îmze kiribû. Erdogan li pêş çavên cîhanê, piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê û vê şansa ‘çareseriyê’ pûç kir. Erdogan û derdora wî di Konseya Ewlekariya Neteweyî de bi navê ‘Plana Hilweşandinê’ planek ava kirin û xwestin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan îmha bikin. Erdogan ev plan yekser nexist meriyetê û bi destê DAÎŞ’ê şerê wekaletê da destpêkirin. Bi fermanên Erdogan re, DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Erdogan bi gotinên ‘Kobanê dike bikeve’ û ‘Cihekî bi navê Kobanê tune’ xwest Kurdan û dostên wan provoke bike da ku ‘pêvajo were xerakirin.’

TÊKILIYA ERDOGAN Û DAÎŞ’Ê DI WEŞANA ZINDÎ DE

Di dema Berxwedana Kobanê de nûçegîhanên ÎMC Tv’yê têkiliya Erdogan û DAÎŞ’ê di weşana zindî de dan. Dema ku kamerayên ÎMC Tvyê şerê li Kobanê dişopandin, çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê Kobanê hatibûn û bi leşkerên Tirk ên li qereqolên li ser sînor re têkiliyên dostaniyê danîbûn. Piştî ku vê dostaniya Erdogan û DAÎŞ’ê derkete holê, gelê Kurd di 6,7,8’ê Cotmehê de serî hilda. Ev serhildan li her dera Tirkiyeyê hate kirin herî kêm 40 kes mirin.

DEWLETA TIRK PÊVAJO XERA KIR Û ŞER GIRANTIR KIR

Dewleta Tirk a faşîst ferman da çeteyên DAÎŞ’ê û çeteyan li Sûrûcê li dijî ciwanan qetlîamek kir. Piştî vê êrîşê DAÎŞ’ê di 10’ê Cotmehê de li Enqereyê li Garê teqînek kir. Di vê teqîna wekî êrîşa xwekuj de gelek mirov hatin qetilkirin û birîndar bûn. Di serdemeke wisa de li Ceylanpinarê 2 polîs hatin kuştin. Ligel ku HPG’ê ev êrîş li xwe negirt jî xwestin vê êrîşê têxin stûyê Tevgera Azadiyê ya Kurdan. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dewleta Tirk a faşîst bi êrîşa hewayî ya herî mezin, Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. HPG’ê diyar kiribû ku di van êrîşan de 9 gerîla şehîd bûne.

BAREBARA ERDOGAN A JI BO ŞER

Piştî êrîşên hewayî yên di 25’ê Tîrmehê de Erdogan di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku heke ew nebe serok wê li Tirkiyeyê şer çêbibe û gef li cıvata Tirkiyeyê xwar. Erdogan her roj diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan li hemberî siyaseta wî ya ‘yekzilam’ tekane astengî ye.

ARTÊŞA TIRK LI HEMBERÎ GERÎLAYAN DERBÊN GIRAN XWAR

Di sala 2015’an de li Tirkiyeyê rejîm guherî. Erdogan hemû raye xistin destê xwe û êdî ji rejîma li Tirkiyeyê re gotin ‘Rejîma Erdogan’ an jî ‘rejîma yekzilamiyê’. Li bakurê Kurdistanê vê rejîma faşîst nehate qebûlkirin û di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Şirnexê Meclîsa Gel, Xwerêveberiya Demokratîk îlan kir. Piştre li ser hev Xweseriyên Demokratîk hatin îlankirin. Bi fermana Erdogan re JOH, POH, DAÎŞ, artêşa Tirk êrîşî bajarên Kurdistanê kir ên ku Xweseriya Demokratîk lê hatibûn îlankirin. Li hemberî van êrîşan gelê Kurd diyar kir ku wê bi hêzên xwe bajarên xwe biparêzin û Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) îlan kirin. Li gelek bajaran, artêşa Tirk li hemberî hêzên YPS’ê derbên giran xwar. Li gorî daxuyaniya YPS’ê di nava salekê de 2218 endamên artêşa Tirk mirine. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta 31’ê Gulana 2016’an di nava 10 mehan de HPG û YJA-STAR’ê 973 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 13 jê serbazên payebilind 2345 leşker û polîs hatin kuştin û 345 gerîla şehîd bûn.

Di sala 2017’an de jî operasyon û çalakiyên Tevgera Azadiyê ya Kurdan domiya. Hêzên YPG, YPJ û QSD’ê ber bi Reqa û Tebqayê bi pêş ve çûn. HPG û YJA STAR’ê jî gelek çalakî li dar xistin.

BER BI 1’Ê HEZÎRANA 2019’AN

Di sala 2018’ande dewleta Tirk a faşîst operasyonên xwe yên ji bo îmhayê domand. Dewleta Tirk li ser esasê dagirkirina Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, xwest destkeftiyên Kurdan tune bike. Tirkiyeyê di serê 2018’an de li dijî Efrînê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna teknolojiyê piştî du mehan bi zorê kete Efrînê. Dewleta Tirk tevî artêşa xwe ya dagirker êrîşî Girê Lêlikan ên Sîdekan û Geliyê Elî Dirêj a li Başûrê Kurdistanê kir. Artêşa Tirk a dagirker digot qey ew ê bi hêsanî têkeve Başûrê Kurdistanê lê Hêzên Azadiyê yên Kurd derbên giran li wan da.

Têkoşîna gerîlayên Kurd a ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li dijî rejîma darbeyê ya Kenan Evren bi fîşeka Egîd (Mahsûm Korkmaz) hatibû destpêkirin û Kurdistan di serî de li Rojhilata Navîn rê li ber gelek pêşketinan vekir. Têkoşîna gerîlayan di 1’ê Hezîrana 2004’an de li hemberî faşîzma kesk a Hikumeta AKP’ê bi biryara têkoşîna çekdarî domiya.

Îro jî gelekî ku ‘tune’ tê hesibandin, li Rojhilata Navîn aktorê herî girîng e. Tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gerîlayên wê li dijî faşîzma DAÎŞ û Erdogan e yên ku li Rojhilata Navîn tovên paşverûtiyê belav dikin.

Pêngava Gerîlayan a di 1’ê Hezîrana 2004’an de’ dikeve sala 15’emîn. Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi biryardariya xwe ya di 1’ê Hezîrana 2004’an de, tevî gerîlayên profesyonel, di 1’ê Hezîrana 2019’an de Pêngava Gerîlayan a 1’ê Hezîranê vediguherînin ‘Pêngava Serfiraziyê’ û şerê li dijî faşîzma Erdogan didomîne.