'Pêngava 1'ê Hezîranê bersiveke mezin bû'

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hemrîn Dersim destnîşan kir ku pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an tevî ku gaveke leşkerî bû, ji aliyê civakî û siyasî ve jî bersiveke mezin daye dewleta Tirk.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hemrîn Dersim, li ser pêngava parastina çalak ji ANF'ê re axivî, ku piştî agirbesta 6 salan roja 1'ê Hezîrana 2004'an dest pê kir.

Li ser pêngava 1'ê Hezîranê ku weke 15'ê Tebaxê ya duyemîn jî tê pênasekirin, Dersim got, "Li dijî êrîşên hundir û derve; li dijî sekn û ferasetên ku dixwest bi destê xiyaneta navxweyî rêxistina me tasfiye bike, tevgera me bi sekna hevrêyên me yên şehîd bûn bersiveke mezin da."

Hemrîn Dersim diyar kir ku li dijî hewldanên tasfiyeyê, gerîlayên Kurdistanê ji nû ve berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û dest bi pêngava 1'ê Hezîranê kirin.

NE TENÊ PÊNGAVEKE LEŞKERÎ BÛ

Dersim destnîşan kir ku pêngava 1'ê Hezîranê ne tenê pêngaveke leşkerî bû, divê ji her alî ve weke pêngaveke siyasî û civakî bê dîtin û wiha dewam kir: "15'ê Tebaxê bi pêşengiya Egîd (Mahsûm Korkmaz) hate kirin. Di 1'ê Hezîranê de jî Delal Amed wê wextê berê xwe da Dersimê û pêşengî ji pêngavê re kir. Her wiha fermandar Şevger, fermandar Mahîr û bi sedan lehengan bi sekna xwe ya fedayî bersiv dan. Bi vê bersivê re nîşanî dijmin dan ku em naşikên, em têk naçin û ti carî ji armanca xwe ya azadiyê venagerin. Ev ruh heta niha dewam dike. Têkoşîna me wê heta azadiyê li her qadê dewam bike."

DIVÊ TI CARÎ SERÎ LI BER FAŞÎZMÊ NEYÊ TEWANDIN

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hemrîn Dersim diyar kir ku pêngavên dîrokî ti astengiyan nas nakin û got, "Dijmin dixwaze gelê Kurd tine bike, tasfiye bike. Ne çare ye ku mirov serê xwe li ber vê siyaseta tinekirinê ya faşîzmê bitewîne. Mîna ku 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê bersiv hate dayin, îro jî bi vî ruhî divê gel bê dudilî bersivê bide. Şerê azadiyê şerekî mafdar e. Li ku derê dibe bila bibe, li kîjan bajar, gund û welatî dibe bilav bibe, divê şer û têkoşîna azadiyê bê dayin. Coş û kelecana me, moral û baweriya me ya bi serketinê û ruhê me ti carî qels nebû."