‘PDK û YNK’ê carekî din xayîtî li xwediyê başûr kirine’

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Şoreşger: “Desthilata PDK’ê û YNK’ê ya ku bi dijminahî êrîşî serhildanên gel dike, derket holê ku carekî din xayîntî li xwediyên başûr kirine.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Şoreşger ên têkildarî raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da wiha got: “Desthilata PDK’ê û YNK’ê ya ku bi dijminahî êrîşî serhildanên gel a mafdar dike, derket holê ku carekî din xayîntî li xwediyên başûr kirine.”

Di dewama daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Şoreşger ev tişt hate gotin: “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê di pêşengtiya ciwanan de li dijî polîtîkayên hevkarî û nelirêtiya PDK’ê û YNK’ê rabûne serhildanê. Ti şik û goman têde nîne ku ev serhildana gelê me ya di serî de li Başûr derketî pêş li dijî kiryarên hevkar ên li gel dewleta TC û hevkariya Îranê û ji bo azadiya xwe ya rewa dest bixe û çawa ku di dîrokê de xwedî li xalka xwe derketin îro jî bi heman ruhê welatparêziyê rabûne ser lingan. Gelê Başûrê Kurdistanê di encama têkoşîna dehê salan a azadiyê dîsa bi nelirêtî, dagirkirin û gefên mezin re rû bi rû maye. PDK û YNK li ser esasê berjewendiyên malbatî û hîzbî tevger dikin, di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê reviyan, di serî de Kerkûk, Şengal û gelek cihên başûr hêlan û reviyan. Dîsa çavê xwe li talankirina xaka başûr a ji baliyê Tirkan ve girt û yekane fikarên van partiyan dewlemendî û kursiyê wan bûye.

Ev partiyên ku her roj keda gel dixwin û li ser wê dewlemendiyên xwe qat bi qat zêde dikin, carek din derket holê ku ev deshilata ne rewa li ser rewşa gelê hejar hebûna xwe didin dirêjkirin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji bo mafê xwe yê heq bi dest bixe ji 18’ê Kanûnê ve rabûye raperînê. Ji Hewlêr bigire heta Silêmanî, Kelar, Raperîn û gelek deverên din bi ruhê şoreşgerî daketine qadan, ji bo van hemû bêmafiyan ji holê rakin banga îsifayê li hikûmetê dikin.

Desthilata PDK’ê û YNK’ê ya li dijî serhildanê bi maf ên gel carekî din derket holê ku xayîntî li xwediyên başûr kirine. Di êrîşan de 10 berxwedêr gihiştin şehadetê. Êdî dem hatiye ku ev dethilata bi dehê salan e li ser gel nelirêtî û rêbazên cuda dewlemendiyên xwe zêde kiriye û desthilata xwe domandiye, êdî divê deshilatê dewrî gel bike. Gelê me yên ku van daxwazên meşrû bi çalakiyan derdixin holê, em şehîdên xwe bi minet bîbîr tînin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger didin nîşandan ku em li gel daxwazên bi maf ên gelê xwe yên Başûrê Kurdistanê ne bi şîara ‘Gel naxwaze, distîne’ di serî de bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû ciwanên şereşger û welatparê dikin ku heta şoreşa Başûrê Kurditanê pêk were bi ruhê Serî hilde bê navber berxwedanê bidomîne.”