PDK mûçeyên gel ji bo propagandaya xwe bikar tîne

Derket holê ku PDK'ê di nava Başûrê Kurdistanê, ji wan aliyan e ku herî zêde pere ji bo propagandaya xwe xerc kiriye.

Demek dirêje ku gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî kesimên mamosta û karmend ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê mûçe tên hiştin û car û bar piştî bi mehan carekê mûçeya mehek ji demên bihorî tê dayîn. Her wiha gelek caran bi taybetî serokê Hikûmetê û rayedarên din ên PDK'yî derdikevin û radigihînin ku Iraq pereyê ji bo mûçeyan naşînin.

Lê her roja ku diçe aşkera dibe ku dahatên Başûrê Kurdistanê û pereyên ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo xizmetguzarî û mûçeyan ji hikûmeta Başûr re dişîne ji aliyê bi taybetî berpirsên PDK'yî ku hikûmet zewt kirine weke sermayeyek ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne, ew jî li derveyî welat sermayeguzarî pêk anîne. Doza ku li Emerîkayê di derbarê Barzaniyan de hat vekirin, dozên ku dadgeha federal a Iraqê li hemberî wan vekirinî û gelek belgeyên din ku di raya giştî û ragihandinan de hatin eşkere kirin bi têra xwe nîşan dan bê ka çima rewşa aborî û xizmetguzariyê ya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê kavil e. Her wiha boykota mamosta û karmendan jî nîşaneyeke wê mijarê bû.

Derket holê ku PDK û Barzanî tenê bi wan re sînordar nemane, belku di qadên medyayên dîjîtal de ku ji bo birêvebirina şerê taybet û di heman demê de propagandaya xwe bikin pereyên cidî xerc kirine.

Li gorî daneyên fermî yên di beşa zelalîtiya Facebookê de tê weşandin, xuya dibe ku PDK di nava 2 sal û 7 mehan de 447 hezar û 535 dolar pere ji bo sponsorkirina hesabên Facbook'iyên girêdayî xwe xerc kiriye.

Li gorî wan daneyan navê hesabên girêdayî PDK'ê û pereyê hatî xerckirin wiha ye:

Baz Plus: 77,867 dolar

Xakûrk:    20,822 dolar

Asan:        17,466  dolar

Rêçke:      17,006   dolar

Name:       16,101   dolar

Daw:          14,456   dolar

Lapere:      13,373   dolar

Wagon:      13,285   dolar

Dengê Behdînan:  11,329   dolar

Kurdistan Prêss:  9,460   dolar

Li gorî wan datayan ku hem di asta Iraqê û hem jî di asta Herêma Kurdistanê de xuya dibe, li Başûrê Kurdistanê pereyê ku gelek alî û partiyan ji bo sponsoriyê xerckirine radixe berçavan. Li gorî statîstîkê di nava wan hemûyan de pereyê herî zêde medyayên dîjîtal ên girêdayî PDK'ê ye. Di beşek wê daneyê de her wiha ew mijar di asta kesan de jî raxistiye ber çavan ku di wir de jî navê Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di rêza duyemîn de ye. Hatiye nivîsandin ku Mesrûr Barzanî 31 hezar û 644 dolar ji bo Facbook'ê xerc kiriye.

Li gorî hin şîrovekaran gendeliya malbata Barzanî ku îro tevkariyê ji êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk re dikin ji wan belgeyên ku aşkera bûne zêdetire.