PDK li pêşiya meşa Mertalên Zindî bû asteng

Meşa 'Mertalên Zindî' ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir, li Dêgele ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate astengkirin.

Di çarçoveya pêngava Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jin ên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê de bi sedn kes meşiyan.

Tevgerên ciwanan di 28'ê Gulanê de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi pêngava "Werin şerê azadiyê" dabûn destpêkirin.

Çalakgeran li gorî dema herêmê saet di 11:00 de ji Koyê ber bi Behdînanê ve dest bi meşa 'Mertalên Zindî' kirin.

Çalakger ber bi Hewlêrê ve meşiyan. Di meşê de pankarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên di berxwedanê de şehîd bûn, hate hildan.

Di meşê de ji bo ku dewleta Tirk ji herêmê were derxistin slogan hate berzkirin. Meş li Dêgeleyê ji aliyê asayîşa PDK’ê hate astengkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, hêzên PDK’ê nahêle ku rojnameger meşê bişopînin. Çalakger ji bo ku ku astengî were rakirin hevdîtin kirin. Hate diyarkirin berpirsên asayîşê diyar kirine ew li benda fermana waliyê Hewlêrê Umid Xoşnav in.

Meşvanan diyar kirin heke ji bo çûna wan a Behdînanê destûr neyê dayîn ew ê dest bi çalakiya meşê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê û vir ve li Avaşîn, Metîna û Zapê êrîşên dagirker dike. Gelek gund hatine valakirin û qadên sivîlan jî tê bomberdûmankirin.