BI DÎMEN

PDK li Kerkûkê hat şermezarkirin: Bes xizmetê ji dewleta Tirk re bike!

Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiyê û Tevgera Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê, êrîşên çeteyên PDK'ê yên li Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em êrîşên li dijî Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş gefeke mezin li siberoja azad a gelê me dixwin."

'DIVÊ GELÊ ME LI BER XWE BIDE'

Li ser navê Eniya Demokrasiyê Aram Îbrahîm axivî û got, "Em dibînin, hin hêz li şûna alîkariyê, êrîşî Kurdên Êzidî dikin. Ev cihê tirs û fikaran e. Heta niha gelek caran şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê rû da. Em naxwazin careke din tiştekî bi vî rengî bê serê me. Lazim e gelê Başûr li hemberî vê li ber xwe bide. Divê destûr neyê dayîn ku AKP êrîşî Şengalê bike. Bi destê AKP'ê hewl dane 'pêşmergeyên rojava' derbasî Roajva bikin. Xuya ye birine Rojavayê Şengalê. Qaşo wê li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Lê DAIŞ li rojhilatê Şengalê ye. Li Rojavayê Şengalê DAIŞ nîne. Ji ber vê yekê divê gel û hêzên siyasî yên başûr li ber vê êrîşê rabin."

'ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE DIKE'

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Kerkûkî jî bang li hemû hêzên siyasî û gel kir, ku li ber êrîşên li Xanesor û Sinûnê rabin. Kerkûkî got, "Ji her demê bêhtir pêwîstiya me niha bi yekîtiyê heye."

Ji Tevgera Ciwanan a Welatparêz Belen Faris jî bang li hemû ciwanan kir, ku li dijî hêzên dixwazin di nava Kurdan de şerê navxweyî derxînin, bi rengekî aktîf têbikoşin û dakevin qadan.