PDK ji plana alternatîf re ‘garantiyê’ dixwaze

Barzanî plana alternatîf a DYA’yê ya ji bo referandûmê red kiribû û got “di planê de tiştekî garantî tune.”

Piştî ku Barzanî plana alternatîf a DYA’yê ya li ser referandûmê red kir, li ser nerazîbûna tund a ji Qesra Spî hat, PDK’ê sinyalên “nîqaşkirina pêşniyazê” da.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî duh pêşniyaz red kiribû û îro jî got “ji bo alternatîfê gelekî dereng e.” Mele Bextiyar ê ji YNK’ê jî got ku “divê alternatîf were nirxandin.

DYA’YÊ NERAZÎBÛNEKE TUND NÎŞAN DABÛ

Piştî ku Barzanî pêşniyaza DYA’yê red kir, DYA’yê jî îro diyar kir ku, “Amerîka wê piştgiriyê nede referandûma li Başûrê Kurdistanê.”

Barzanî jî îro bi pêkhateyên olî û etnîk civiya û got, “Ji bo pêşniyaz û alternatîfên ji bo lidarnexistina referandûmê gelekî dereng e. Referandûm nayê wateya xêzkirina sînoran. Tê wateya çareserkirina kêşeyan.”

MELE BEXTIYAR: DIVÊ EM BAŞ BIFIKIRIN

Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar jî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku “Divê em baş bifikirin. Têkildarî kitekitên alternatîfê divê em werin agahdarkirin. Di nava 2 rojan de em ê vê alternatîfê binirxînin.”

‘DI PLANÊ DE GARANTÎ TUNE’

Sekreterê Giştî yê Partiya Kurdistanê ya Sosyalîst û Demokrat Mihemed Hecî Mahmûd ji rojnameya Şerq El Eswad re axivî û diyar kir ku di planê de garantî tune û got “Hatiye gotin ku heke referandûm 2 salan were taloqkirin wê ev mesele piştre têkeve rojeva Neteweyên Yekbûyî, lê heke ev pêşniyaz were redkirin divê Başûrê Kurdistanê hemû encamên wê bide ser çavê xwe.”

LI PARLEMENTOYA IRAQÊ AMADEKARIYA PÊNGAVEKE NÛ

Hat îddîakirin ku hin parlementerên parlementoya Iraqê ji bo feshkirina Meclîsa Bajêr a Kerkûkê îmzeyan kom dikin. Heke 200 îmze werin komkirin tê gotin ku wê pêşiya “li bajêr îlankirina rewşa awarte” û “destdanîna bajêr a ji aliyê artêşê ve” were vekirin.