PDK'ê ji bo şerê petrolê ya li hemberî hukumeta Iraqê, çekdarên xwe bi cihkir

Krîza petrolê ya ku demek dirêje di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê ya di bin serweriya PDK’ê de ye didome, ber bi şer ve diçe.

Hukuemta navendî ya Iraqê ji bo ku bîrên petrolê yên dikevin herêma Dîbega ya girêdayî navçeya Mexmûrê bixe bin kontrola xwe hêzên xwe yên leşkerî şandin. PDK’ê jî hêzên xwe yên çekdar sevqî heman herêmê kir û di heman demê de şandina petrolê ya ji bo Tirkiyê jî sekinî.

Piştî li hevkirina sala 2014’an a di navbera PDK û AKP’ê ya li ser petrolê, krîza di navbera hukumeta navendî ya Iraqê û PDK’ê bi pêşketinên vê êvarê re ber bi şerekê ve diçe.

Îşev saet di 21:00’an de hukumeta Iraqê û ji bo ku bîrên petrolê yên dikeve herêma Dîberga ya girêdayî navçeya Mexmûrê ku di bin serweriya PDK’ê de ye kontrol bike, hêz şand herêmê.

Li ser wê yekê Mesrûr Barzanî hêzên çekdar ên bi navê Gulan ku hêzên taybet ên PDK’ê ne sevqî û pêşmergeyên roj herêmê kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin ji ber krîza ku bi şandina hêzên çekdar yên hukumeta Iraqê û PDK’ê ya ji bo herêmê, herikîna petrolê ya ji bo Tirkiyê jî hatiye sekinandin.

Çavdêrên siyasî diyarkirin ku krîza li herêmê ber bi şerekî ve diçe.

REŞAD GELALEYÎ YÊ YNK’YÎ: EW NE HÊZÊN HUKUMETÊ, YÊN PDK’Ê NE

Çavdêrê siyasî yê YNK’yî Reşad Gelaleyî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got hêzên ku li ser navê hukumeta Başûrê Kurdistanê hatine şandin yên girêdayî PDK’ê ne.

Tê gotin ku li herêma Dîbega û hawîrdora wê nêzî 2000 bîrên petrolê hene.