PDK hewl dide bi pereyan gel li dijî PKK'ê bide axaftin!

PDK ku nikare xwe li hêrs û nerazîbûna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabigire, tê gotin ku niha jî hewl dide bi dayina pereyan hin kesan li dijî PKK'ê bide axaftin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, piştî raperîna Şêladizê ya li dijî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, rayedarên PDK'ê jî ketine nava liv û tevgerê.

Hat ragihandin, piştî bicihkirina hejmarek zêde ya pêşmergeyan, niha jî PDK hewl dide gelê herêmê li dijî PKK'ê bide axaftin.

Çavkaniyan diyar kirin, rayedarên PDK'ê li herêma Şeladizê yek bi yek diçin nava malbatên ku zarokên wan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne û bi wan re diaxive.

Çavkaniyan gotin, rayedarên PDK'ê teklîfa pereyan ji bo malbatan kiriye û ji wan xwestiye ku li dijî PKK'ê ji bo televîzyonan biaxivin. Her wiha ji wan re gotiye, ew ê malbatan wekî malbatên şehîdên xwe nîşan bide.

Li aliyê din hate diyarkirin ku televîzyonên nêzî PDK'ê jî pêşmergeyên PDK'ê wekî kesên ji nava gel didin axaftin û li dijî tevgera azadiyê diaxivin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî heman piştî raperîna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk, daxuyaniyek da çapemeniyê û li şûna kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk şermezar bike, PKK û gelê Şêladizê sûcdar kiribû.

Barzanî îdîa kiribû ku "Hebûna PKK'ê" bûye sedema êrîşê û gotibû, "Divê em sedemên ku rê li ber vê bomberdûmanê vekirine ji holê rakin."

Barzanî her wiha gefa cezakirinê li gel xwaribû û gotibû, "Ji bo lêkolînkirina rewşê wê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin."

Piştî van gefên Barzanî, li Duhok, Behdînan, Şêladiz û Dêralokê 80 rojnamevan, çalakger û siyasetmedar ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin destgîrkirin.