PDK'ê, wekîlê Tevgera Goran û Komela Îslamî binçav kirin
Parlamenterê Tevgera Goran Alî Heme Salih û Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin.
Parlamenterê Tevgera Goran Alî Heme Salih û Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin.
Li gorî nûçeya malpera Şarpres a ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, dema ku her du wekîl diçûn Hewlêrê, li Pirdê (Altin Kopru) a li têketina Hewlêrê li nuqteya kontrolê ya asayîşê hatin binçavkirin.
Li gorî şahidên bûyerê, li ber çavên malbatên wan heqaret li parlamenteran hatin kirin û piştre ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin binçavkirin.