PDK'ê nehişt heyeta KNK'ê derbasî Rojava bibe -NÛ BÛ

Heyeteke KNK'ê ku dixwest li Rojava hin hevdîtinan bike, ji aliyê PDK'ê ve hate astengkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku navenda wê li Brukselê ye, berî çend rojan partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li hev kom kiribû.

Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd, endamên KNK'ê Ehmed Karamus û Êrîş Elîzadeh di çarçoveya vê karî de xwestin ji biçin Rojavayê Kurdistanê û ji Ewropayê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Heyeta KNK'ê li Hewlêrê serî li rayedaran dan û xwestin destûrê bidin ku derbasî Rojava bibin. Hate ragihandin ku tevî hemû hewldanan rayedarên PDK'ê destûr nedane.

Tê payin ku heyeta KNK'ê li ser vê astengiyê daxuyaniyekê bide.