PDK’ê li Metînayê bendeke kontrolê ava kir

Hêzên PDK’ê vê sibehê li derdora sêgoşeya gundê Birîfka ya Metînayê bendeke nû ya kontrolê ava kir.

PDK guh nade hemû hewildanên Kurdistaniyan û di tevgerên xwe yên leşkerî  de bi israr berdewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine girtin; îro ango 23’ê mijdarê di destê sibehê de hêzên ser bi PDK’ê bendeke nû ya kontrolê li sêgoşeya gundê Birîfka ava kiriye û li wir mefrezeyek bi cih kirine. Lê heya vê gavê jî nehatiye zanîn ku ev xala kontrolê demkî ye yan jî mayînde ye.

Di heman demê de balefirên keşfê yên bi çek û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêmê digerin. Hemû deverên ku tevgera PDK’ê lê bi cih dibe, tevgerîna balefirên sîxurî yên dewleta Tirk weke nîşaneyeke hevkariya bi dagirkeran re tê şîrovekirin.

Ev ne cara yekemîn e ku çekdarên PDK’ê bendên kontrolê li gundê Birîfka datînin. Lê her car hêzên xwe zêde û cihê xwe jî fireh dikin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku; ev benda hatiye danîn ji bo çavdêriya tevgera gerîlayan a li heremê û ji bo bicihkirina teknîka pêwist tê kirin.