DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' li hev civiya
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' li hev kom bûn.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' li hev kom bûn.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' li hev kom bûn.
Civîna li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari tê lidarxistin.
Di civînê de her wiha li gel bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn, rageşiya navbera Îran û Îsraîlê û bûyerên siyasî yên li Sûriyeyê jî wê werin nirxandin.
Hate ragihandin ku di civînê de wê bi taybetî tecrîda li ser Rêber Apo û peyamên Rêber Apo bêne nîqaşkirin.
Bûyerên têkildarî 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' wê rojeva sereke ya civînê be.
Di civînê de her wiha wê komîsyona ku tê payin li Meclîsê ava bibe, bê nirxandin. Her wiha wê bê nîqaşkirin ku di nava heyeta bi Rêber Apo re hevdîtinê bike kî cih bigirin.
Xaleke din a rojeva civînê jî wê hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel be. Tê payin ku têkildarî hevdîtinan wê nexşerêyek bê amadekirin.
Di civînê de wê zextên li ser muxalefetê jî bêne nirxandin.