PDK’ê hêzeke leşkerî şand Qesrê û Haci Umranê

Hêzên PDK’ê tevî çekên giran hêzeke leşkerî ya mezin şand bajarokên Qesrê û Haci Umran a herêma Balekayetî ya Hewlêrê. Hate diyarkirin ku PDK li Geliyê Xanolê jî bi kepçe û dozeran jî çeper û kozikan çêdike.

Ligel ku gelê Kurd, hemû sazî, dezgeh, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin jî PDK li Başûrê Kurdistanê provokasyonên xwe didomîne.

PDK’ê di 25’ê Cotmehê de ber bi Garê ve sewqiyateke leşkerî kiribû. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî vê sewqiyatê hatibû kirin.

Vê sibehê jî PDK hêza xwe ya leşkerî ya ku wesayîtên leşkerî û çekên giran jî di nav de bûn, sewqî qadên Haci Umran û Qesrê ya herêma Balekayetî ya Hewlêrê kir.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku Hêza Topavêj a Şewlawayê sewqî herêmê hatiye kirin û çekên wan ên giran hene.

Li qadên Haci Umran û Qesrê ji xeynî hêzên PDK’ê tu hêzeke girêdayî Wezareta Pêşmergeyan tune.

LI GELIYÊ XANOLÊ AMADEKARIYA ÇEPER Û KOZIKAN

Hate diyarkirin ku hêzên PDK’ê li Geliyê Xanolê ya di navbera qadên Balayan û Qesrê de jî bi gelek kepçe û dozeran, çeper û kozikan çêdike.