PDK’ê Heyeta Tifaqa Navneteweyî girt

Tifaqa Navneteweyî diyar kir ku du endamên wan dema ji bo lêkolîna mafên mirovan ên li herêmên şer lê hene çûne Başûrê Kurdistanê, li wir hatine girtin.

Tifaqa Navneteweyî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku heyeta wan a ji du kesan pêk tê li balefirxaneya Başûrê Kurdistanê hatine girtin.

Tifaqa Navneteweyî diyar kir ku heyet îro ji aliyê Ewlekariya Balefirxaneya Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Tifaqê bal kişand ser vî tiştî ku heyet li dinyayê ji bo lêkolîna rewşa herêmên şer lê hene dixebite û ji bo vê armancê çûye Başûrê Kurdistanê.

Tifaqa Navneteweyî diyar kir wê derbarê meseleyê daxuyaniyeke berfireh belav bike.