PDK’ê HDP’yiyek dersînor kir, yek destgîr kir

Saziyên Hewlêrê beriya bi sê heftiyan piştî ku HDP’yiyek destgîr kir û dersînor kir, niha jî li Diyanayê endamê HDP’ê Erdem Murat Sevda destgîr kir.

Li gorî agahiyan Erdem Murat Sevda ji hêla îstîxbarata PDK’ê Parastinê ve li Diyanayê hate destgîrkirin.

Hate gotin Sevda dema ku bi rêyên fermî dixwest di deriyê sînor ê Hecî Umran, ê di navbeyna Başûr û Rojhilat re diçû bêyî ku hincetek were nişandan hate destgîrkirin.

Sevda beriya 5 salan ji ber dozên siyasî yên li Tirkiyê  lê vekiribûn hatibû Başûrê Kurdistanê.

Nûnertiya Hewlêrê ya HDP’ê diyar kir Sevda dema ku bi pasaportê dixwest derbasî Rojhilat bibe ji hêla hêzên îstîxbarî yên PDK’ê ve hatiye destgîrkirin û birine Diyanayê.

Asayişa Hewlêrê 1’ê Tebaxê bang li endamê HDP’ê Mehmet Vefa Kocakli kiribû û ew destgîr kiribû. Kocakli beriya bi 20 rojan hatibû destgîrkirin, vê Sêşemê dersînorî Rojava hate kirin. Hate qedexekirin ku Kocaklî bikeve Hewlêr û Dihokê.

ÊŞKENCEYA DI BIN DESTGÎRKIRINÊ DE

Kocakli ê ku ji Rojnewsê re axivî got dema destgîrkirinê êşkence lê hatiye kirin. Kocakli diyar kir cihê ku ew lê destgîr kiribûn pir teng bûye û gelek kes lê dihatin hiştin. Kocakli got gef lê xwarine ku wî bidin Tirkiyê. Kocakli piştre birin ser sînorên Rojava û ew dersînor kirin.