PDK’ê girên li Kanîmasî ji leşkerên Tirk re hişt!

Pêşmergeyên PDK’ê girên stratejîk ên li Kanîmasiyê duh şev vala kir û ji leşkerên Tirk ên dagirker re hişt.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê re êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin li Dilman û Baroxê û li şeş cihên nêzî gundê Baroxê yên li Kanîmasiyê pêşmergeyan xwe vekişandine û li rojavayê gund bi cih bûne. Li girên ku pêşmergeyan xwe jê vekişandine û şeş cihên li ser sînor, leşkerên Tirk ên li Duhokê hatine bicihkirin.

PIŞTÎ HEVDÎTINA BARZANÎ Û ERDOGAN

Piştî ku pêşmergeyên PDK’ê cihên xwe ji leşkerên Tirk re hiştin tê diyarkirin ku li qada Kanîmasiyê leşkerên Tirk amadekariyên leşkerî dikin. Cihguhertina di navbera pêşmergeyên PDK û leşkerên Tirk de, piştî hevdîtina Erdogan a bi Nêçîrvan Barzanî pêk hat.

Li gorî geşedanan tê diyarkirin piştî êrîşên li Bradostê li ser xeta Metîna jî wê dagirkeriyek were destpêkirin.