PDK'ê astengî derxist pêşiya malbatên şehîdên Rojavayî

Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ku xwest tevlî konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê rayedarên PDK'ê ve hate astengkirin.

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê li Silêmanî konferansek li dar xist û ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê gelek malbatên şehîdan tevlî bûn.

Ji Rojavayê Kurdistanê jî heyetek ji malbatên şehîdan ji bo tevlî konferansê bibe bi rê ket. Lê belê rayedarên PDK'ê nehiştin ku heyet derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Heyetê li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê li navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê karên fermî qedand û xwest derbasî Başûr bibe. Lê li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ku di kontrola PDK'ê de ye hate astengkirin.

Heyet ji neçarî vegeriya Rojava.