PDK ciwanên Şêladizê neçarî koçberiyê dike

Piştî serhildanên gelê Şêladizê yên li dijî dagirkerî û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew herêm milîtarîze kir û ciwanên wê neçarî koçberiyê dike.

Piştî serhildanên ciwanên Şêladizê yên li dijî dagirkerî û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi wî re, PDK’ê kolan û bazara Şêladizê milîtarîze kir û bi dehan ciwanên wê herêmê destgîr û êşkence kir. Ciwanên wê herêmê ji ber zextên PDK’ê ji neçarî koçber bûn.

Li gorî agahiyên ku rojnamevanê nas ê herêma Behdînanê Şîrwan Şîrwanî li ser medya dîjîtal belavkirî heya niha 100 ciwanên Şêladizê neçar mane koçber bin û ber bi Ewropa çûne û beşek ji wan niha gihîştine Elmanyayê.

Li gorî agahiyên heman rojnamevanî di dema bihorî de Tirkiye ji PDK’ê xwestiye ku hêzekî pêşmerge ji ciwanên Şêladizê ava bike û wan neçar bikin ku di nava vî hêzî de cih bigirin, wan di şerê li dijî PKK’ê de bikar bîne. Lê ciwanên Şêladizê ew yek nepejirandin û ji ber zextên PDK’ê neçar man ku koçber bin. Ji ber wê bi awayekî komî ji warê xwe koçber bûn. ji aliyê din ve jî plana hevpar a Tirkiye û PDK’ê jî pûç bû.

Di heman demê de rojnamevan, ji ber ku nebûne bersiv ji daxwaziyên gelê Şêladizê û hêviyek ji bo wan çênekirine  aliyên siyasî rexne dike. Dîsa dibêje ku mirov dilê wî/ê dişewite ji bo wan ciwanan, ji aliyekî ve meydan ji zordar û pîsxwaran re hiştin karekî baş nîne û ji aliyê din ve jî mayîna wan ciwanan ya li herêmê jî pir metirsîdar û tarî ye.