Paylan: Li Sûrê xiyanet li dîrokê kirin û modela girtîgehê çêkirin!

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan anî ziman ku li Sûrê avahiyên dîrokî hatin xerakirin û avahiyên mîna girtîgehan çêkirin. Paylan got, "Em ê dîroka Amedê ji nû ve lê vegerînin."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan tevî endamên partiyê yên pê re li navçeya Sûrê ya Amedê lêkolîn kir.

Paylan li cihê ku sala 2015'an avahiyên dîrokî hatin hilweşandin lêkolîn kir û got, "Gelek berhemên dîrokî yên li vê derê hatin hilweşandin û tunekirin. Mixabin mîna zeviyekê, hate nixumandin. Li vê derê tenê avahiyeke dîrokî maye. Yên ku digotin, 'Em ê Amedê bikin Toledo', modela Girtîgeha Tîpa F ava kirin. Xiyaneteke mezin li vê qadê kirin. Ev yek xiyaneta li dîroka Amedê ye. Dema ku em bûn desthilatdar, bi serketina li rêveberiyên xwecihî em ê bi hev re vê xiyaneta li Amedê hatiye kirin ji holê rakin. Em ê dîroka Amed ji nû ve lê vegerînin."

Extiyarekî ku diyar kir 62 sal in li Sûrê ye û mala wî jî di nav de 88 mal hatine xerakirin, wiha axivî: "Xwendin û nivîsandina min tune bû. Li 5-6 deveran bi min dane îmzekirin. Pereyê eraseya min a ji 925 hezar lîreyî xwarin. Pereyê 62 darên min xwarin ku buhayê wan 225 hezar lîre bû. Min nizanîbû ku wê min bixapînin. Pereyê ku dan min 99 hezar lîre ye."

Paylan û heyeta pê re piştî lêkolînê ji herêmê çûn.