Partî û hîzbên Başûrî ji bo meşa girseyî ya sibe li dijî dagirekiya Tirk banga tevlîbûnê kirin
Hîzb û partiyên siyasî ji bo meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê ku wê sibe li Silêmaniyê bê lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kirin.
Hîzb û partiyên siyasî ji bo meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê ku wê sibe li Silêmaniyê bê lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kirin.
Li Başûrê Kurdistanê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan wê sibe li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî lidar bixin. Partî û rêxistinan banga tevlîbûna meşê li tevahiya gelê Başûr kir.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Kurdistanê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker rojane xelkê sivîl dike hedef û li herêmên dagir dike, cihê xwe qayîm dike. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve êdî mîna li Efrînê, li Başûrê Kurdistanê jî dest bi talankirinê kiriye. Li cihên tên dagirkirin, dagirker dikevin malan û diziyê dikin.
Nerazîbûna hemberî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe. Sibe dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê li Silêmaniye meşek were lidarxistin.
Meş ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvanên ku di bin navê “Navenda Kar a Nîştimanî” de hatin cem hev ve tê organîzekirin.
Têkildarî meşê, îro li salona Sînemaya Salim a Silêmaniyê bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinan daxuyaniyek hat dayîn.
Berdevkê Navenda Karê Nîştimanî Nebez Xalid daxuyanî xwend û got ku wê sibe meşek giştî li bajarê Silêmaniyê dijî dagirkeirya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê lidar bixin.
Nebez Xalid destnîşan kir ku meş wê saet 17.00’an li Şeqama Salim (Rêya Saholeke) ya Silêmaniyê destpê bike û li Baxê Giştî bi dawxuyaniyekê dawî bibe.
Xalid bang li tevahiya gelê Başûr kir ku tevlî meşa dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin.
Partî û rêxistinên di bin Sîwaneya Navenda Karê Niştimanî de hatine cem hev ev in:
Hîzbî Şûî (Komunîst)
Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Yekîtiya Komunîstan
Tevgera Azadî
Gruba Heng
Rêxistina Sewz a Kurdistanê
Rêxistina Suriştî ya Kurdistan
Asoyê Nû
Sekoy Dijî Dagirkerî
Desteya Destpêşxerî Bo Konferansî Niştimanî