Parlementoya Kurdistanê referandûm erê kir

Di dengdana Parlemetoya Başûrê Kurdistanê ya ku piştî du salan û şûnde îro bi civînekê hate vekirin, biryara erêkirina referandûmê hate dayîn.

Di dengdana Parlemetoya Başûrê Kurdistanê ya ku piştî du salan û şûnde îro bi civînekê hate vekirin, biryara erêkirina referandûmê hate dayîn. Di rûniştina ku Tevgera Goran, partiya Komela Îslamî û nebeşdarbûna 6 parlementerên YNK’ê de, li şûna Serokê Parlementoyê Dr. Yûsûf Mihemed Alîkarê Serokê PDK’ê Caferî Heminki ve pêk hat.

Parlementoya Herêma Kurdistanê ya ji 111 kursiyan pêk tê, di rûniştina bi rewşa awarte ya ji bo rojeva referandûmê pêk hat de, 68 parlementer beşdar bûn. Di rûniştina têkildarî referandûmê pêk hat de 65 parlementeran gotin erê û 3 parlementeran jî dengên bê alî bikar anîn. Li gorî vê encamê referandûm hate erêkirin.

Di hilbijartina 2013’an de PDK 38, Tevgera Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleya Îslamî jî 6 kursî bidest xistibûn. Kusiyên din jî li ser kêmenetewan hetibûn belavkirin.