Parlementerê Elman ê ku gihişt Hewlêrê: Ez têm şopandin

Endamê Meclîsa Eyaleta Berlînê Hakan Taş yê ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatibû Hewlêrê, piştî nezareta 15 saetan serbest hate berdan.Taş diyar kir ku ew tê şopandin.

Ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên dagirker ku Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê dike û ji bo astengkirina şerê di navbera Kurdan de parlementerê eyaleta Berlînê Hakan Taş duh ji ser Stenbolê çûbû Hewlêrê û li Hewlêrê hatibû destgîrkirin. Taş ligel ku parlementer e jî demeke dirêj di nezaretê de mabû û piştî 15 saetan hatibû berdan.

Taş diyar kir ku şîddeta psîkolojîk li wî hatiye kirin û tiştên hatine serê xwe ji ANF’ê re qal kir. Taş diyar kir ku piştî ew ji balefirê daketiya û beriya ku bigihêje cihê kontrola pasaportê yek jê sivîl û yê din jî fermî tu peywirdarên ewlehiyê bi hinceta testa Covîd-19’ê ew birine odeyekê. Taş diyar kir ligel wî gotiye encama testa wî negatîf e jî bi saetan ew dane sekinandin û piştre testeke formalîte kirine.

‘JI MIN RE GOTIN ‘TEVLÎ HINEK TIŞTAN NEBE’

Taş diyar kir wî xwestiya telefonî Sefaretxaneya Elmanyayê bike lê peywirdaran ew asteng kirine û got  “Xwestin dest deynin ser telefona min, dema ku ez li dij derketim dîsa dan min. Rayedarekî Hewlêrê diyar kiriye ez nehatime girtin lê bi saetan azadiya min asteng kirin û dest danîn ser pasaporta min.”

Taş diyar kir ku kesên ew dane ber lêpirsînê ji wî xwestine bila tevlî hinek tiştan nebe û got “Ligel ku min pirsî ev tê çi wateyê lê bersiv nedan min. Lêborîna xwe xwestin û ez serbest berdam.”

Taş diyar kir piştî ew ji balefirgehê derketiye, ew hatiye şopandin û neçar maye ji Hewlêrê derkeve. Taş got “Ez nizanim kê ez şopandim. Ji ber vê jî min xwe gihand cihekî ewle yê ku înternet û telefon lê baş dikişîne.”

Taş diyar kir ew ê li herêmê bimîne û ji bo aştiyê têbikoşe û got “Em Partiya Çep ji bo ku şer nebe, em bi salan têdikoşin. Ji bo ku li qadên şer çek neyên firotin em têdikoşin. Mafekî normal e ku em bi mirovên aştîxwaz û bi wan kesan re bin yên ku ji bo aştiyê alternatîfan hildiberînin. Mafê tu kesî tuneye ku vî mafî desteser bikin.”