Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Parlementerê Partiya Demokratî (DEP) Mehmet Sîncar ê 4’ê Îlana 1993’an di encama êrîşeke çedarî de hate qetilkirin bibîr anî.
Bîranîna ku li Kolana Elma ya Taxa Çarşi hate kirin, Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz , endamê Şaredariya Êlihê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn.
Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz li vir axivî û diyar ku tevî 27 sal li ser qetilkirina Sîncar re derbas bûye jî lê hê berpirs nehatine dîtin. Îpekyuz bal kişand ku berpirsê kuştinê diyar e û got: “Qatilê bê ceza dimînin. Lê yên têkolşînê dikin ceza li wan tên birîn. Çiqas sal jî biçe bila biçe, em ê têkoşînê bidomînin.”
Bîranîn piştî ku qurnefîl danîn cihê lê Sîncar hatî qetilkirin û şûnde bi dawî bû.