Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hate vekirin

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî 23 mehan bi tevlîbûna 62 parlamenteran hate vekirin.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî 23 mehan hate vekirin. Parlamentoya ku di bin serokatiya Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî de hate vekirin, Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî û 6 parlamenterên Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) tevlî rûniştina parlamentoyê nebûn.

Bi biryara ku PDK, YNK û Yekgirtuya Îslama Kurdistanê 62 parlamenter beşdar bûn. Emînkî di Desteya Giştî de axivî û diyarkir ku tenê rojevek ya wan heye ew jî referandûma ku di 25’ê Îlonê de were lidarxisitne.

Tevgera Goran û Partiya Îslasmiya Kurdistanê ragihandibûn ku beşdarî civîna awarte nabin. Ji YNK’ê  Qadir Rezgeyî, Meryem Samed, Awaz Şêx Cengî, Geşe Dara, Goran Azad û  Ferhad Sengawî jî beşdar nebûn.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku xwedî 111 kursiyane,  ji van 38 kursî di destê PDK’ê de ye, Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslam 10, Komelya Îslamî 6 kursî hene. Kursiyên din ji bo kêmnetewan hatiye parvekirin.