Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî ji PDK'ê re gotin: Bes xiyanetê bike!
Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî Ûca û Atalan nerazîbûn nîşanî êrîşa PDK'ê ya li Şengalê dan û jê xwest, van êrîşan derhal bisekinîne.
Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî Ûca û Atalan nerazîbûn nîşanî êrîşa PDK'ê ya li Şengalê dan û jê xwest, van êrîşan derhal bisekinîne.
Nerazîbûnên li PDK'ê, ku êrîşî hêzên YBŞ û YJŞ'ê yên li bajarokê Xanesorê kirin, zêde dibin.
Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî Alî Atalan da xuyakirin, ku ev êrîşa li dijî hêza gelê Şengalê ne ya qebûlkirinê ye û bibîr xist, ku ev êrîş piştî serdana Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê rû da.
Atalan destnîşan kir, ku piştî serdana Barzanî ya Enqereyê, bi rengekî koordîneyî êrîş li Minbic û Şengalê hatin kirin û got, "Bi van êrîşan re tê xwestin, Êzidî ji cih û warên xwe bbin û ji nû ve koçî Ewropayê bikin. Di rewşekê de ku DAIŞ li ber tinebû ye, hêzên ku fîşekek bi tenê jî li hemberî DAIŞ'ê neteqandine, niha êrîşî Êzidiyan dikin."
'BILA HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE, DAKEVE KOLANAN'
Atalan destnîşan kir, ku weke nûnerên civaka Êzidî, êrîş ji kê tê bila bê, ew ê qebûl nekin û got, "Ya ku DAIŞ'ê nekarî bikira, ev hêz hewl didin bikin. Vê yekê li ser navê kê dikin bila bikin, ti cudahiya wan ji DAIŞ'ê nîne."
Atalan da xuyakirin, ku Êzidî wê li hemberî vê li ber xwe bidin û wiha dewam kri: "Di serî de Êzidî, lazim e hemû hêzên demokratîk li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û dakevin kolanan. Divê li hemberî van hêzan û yên li pişt wan, helwestê nîşan bidin. Wê ti carî bi ser nekevin. Civaka mazlûm, wê heta dawiyêa xwedî li çanda xwe ya hezaran salan derkeve."
ÛCA: BILA PDK DEST JI XIYANETÊ BERDE, LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊBIKOŞE
Parlamentera HDP'ê ya Êzidî Feleknas Ûca jî anî ziman, bingeha vê êrîşê li Enqereyê hatiye danîn.
Ûca bibîr xist, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de piştî ku 8 hezar pêşmergeyên PDK'ê çekên xwe danînin, komkujî li civaka Êzidî çêbû û got, "Îro qala kongreya yekîtiya neteweyî tê kirin, lê PDK şerê birakujiyê dide destpêkirin. Pêşmergeyên PDK'ê û çeteyên Tirkiyeyê ketine nava axa Şengalê û êrîşî gel dikin. Ev yek xiyaneta PDK'ê ya li hemberî gelê Kurd e. PDK li şûna ku li dijî DAIŞ'ê şer bike û gundên di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bike, vê êrîşê dike. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em bang li hikûmeta PDK'ê dikin ku şerê birakujiyê biterikîne, li dijî gelê xwe şer neke. Li dijî DAIŞ'ê şer bike. Me 3'ê Tebaxê ji bîr nekir, em ê îro jî ji bîr nekin."