Parlamenterên HDP'ê dest bi nobetê kirin

Parlamenterên HDP'ê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiya nobedê kirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li avahiya KCD'ê ji bo ku destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya nobetê dane destpêkirin.

Nobet her roj bi tevlêbûna du parlamenterên HDP'ê wê bidome. Bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Ridvan Tûran, Mûsa Farisogullari û Tulay Hatîmogûllari û Namzetê Şaredariyê yê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli dest pê kir.

Parlamenter Dersim Dag, greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi bîr xist û got, ji bo ku destekê bidin Leyla Guven dest bi nobetê dikin.

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari jî got, Guven vîna gelê Kurd e û domand, "Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ne daxwazeke şexsî ye." Hatîmogûllari got, "Ji bo tecrîdkirina Rêzdar Ocalan bi dawî bibe çalakî didome. Tecrîd binpêkirina herî giran a mafê mirovan e. Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe bedena xwe daye ber mirinê. Hevalên me yên li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dane destpêkirin."

Hatîmogûllari bi domdarî got, çalakiya Leyla Guven mafdar e, ew li cem wê ne û got, "Berbelavbûna greva birçîbûnê bi wê armancê ye ku rewşa ku Tirkiye tê de ye bişkîne. Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe."

Parlamenter Ridvan Tûran jî got, "Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêzdar Ocalan, tecrîda li ser gelek derdorên cihê ye ku bloka desthilatê pêk tîne. Daxwaza Leyla Guven û hevalên me yên di greva birçîbûnê aştî, demokrasî û biratî ye. Tecrîda ji 2015'an û vir ve li dijî her kesî ye."

Turan bang li hikûmetê kir ku 'siyaseta tecrîdê bidawî bike" û got, ji bo ku tecrîdê bişkînin wê têkoşîna wan bidome. Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê dest pê kir.