Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Aslan hate binçavkirin
Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Mehmet Alî Aslan, li balafirgeha Êlihê hate binçavkirin.
Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Mehmet Alî Aslan, li balafirgeha Êlihê hate binçavkirin.
Aslan di hesabê xwe yê Twîtterê de peyamek weşand û diyar kir, ew li balafirgeha Êlihê hatiye binçavkirin. Aslan, ji bo biçe Enqereyê hate balafirgehê û li vir hate binçavkirin. Parlamenter Aslan ev peyam li ser Twîtterê nivîsand: "Xuya ye ne nesîbê me ye ku em fitara xwe li Enqereyê bikin! Li balafirgeha Êlihê têm binçavkirin... Xwedê mezin e!"