Parlamenter Salîh û Omer ên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Parlameterên ku dixwestin ji bajarê Silêmaniyê biçin Hewlêrê, li têketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Parlamenterê Tevgera Goran  Alî Heme Salîh û Parlameterê Komela Îslamî Soran Omer ên ku di saetên şevê de ji bo ji bajarê Silêmaniyê biçin Hewlêrê ketibûn rê, li Pirdê (Altin Kopru) ya di ketina Hewlêrê de, ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn binçavkirin. 

Wekîlan diyar kir ku dema di bin çavan de heqaret li wan hatiye kirin û hatine derbkirin. Wekîl, saet derdora 23:00'an ber bi bajarê Silêmaniyê ketin rê.