Endamê Meclîsa Nûneran a Herêma Kurdistanê ya li ser Fraksiyona Tevgera Goran Elî Heme Salih têkildarî êrîşên dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û bêdengiya rayedarên hikûmeta Başûr rexneyên tund li partiyên siyasî, serokatiyên ParlAmentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Heme Salih bi peyamekê helwesta xwe anî ziman û got:
"Bêdengiya hîzb û rêveberan ji dagikerî, şewitandin û birîna daran a Tirkiyeyê biêştire. Leşkerên Tirkiye hemû ew cihên Başûrê Kurdistanê dagir dike, dişewitîne û daran dibirin. Pîlana wan ew e ku daristanên Zap, Avaşîn, Metîna û Bedlîsê tine bikin û li cihê wan jî navendên leşkerî ava bikin.
Ev yek ne tenê dagirkerî, qirkirina xwezaya Kurdistanê ye. Tirkiye vê yekê tenê li Başûr nake, li bajarê Dersim ê Bakurê Kurdistanê, xweza û ciwaniya herêmê têk dibe. Tirkiye van herêmên weke xaka xwe dizane.
Li deverên Başûr ên bi cih bûne, rê çêdikin, weke beşek xwe dizanin û ji Tirkiye rast e rast tên Xakûrkê. Niha jî dixwazin li Metîna û Zapê rê çêbikin.
Dizanim ev dijî mirov, xweza, hewa û 'Pilingên têhnî' yên Kurd in. Êşa min ew e ku Kurd bin, hevkarên şewitandin, têkbirin niştîman û xwezayê bin. Ev ne 'bazirganiya dar' firotina niştîman e. Ku hûn nikarin bibin Elî Îhsan, çima dibin şopdar û şagirtê ber destê Tariq Anksû.
Bêdengiya Serokayetiya Herêm, hizban a li hember şewitandin û dagirkeriyê ji sûcên Tarîq Aknsû gelek bi êştire."