Parêzerên Rojhilat: Divê ji kujerên kolberan hesab were pirsîn
106 parêzerên Rojhilatî di daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku divê kujerên kolberan werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn.
106 parêzerên Rojhilatî di daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku divê kujerên kolberan werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn.
Komeke ji parêzerên Rojhilata ji ber kuştina kolberan a bi destê rejîma Îranê daxuyaniyeke nivîskî dan û xwestin ku demildest kıjer werin darizandin.
106 parêzer bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku her roj nûçe li ser kuştina kolberan tên û gotin, ‘’çekên peywirdarên ewlehiyê li şûna ku ewlehiya can û mal ê gel biparêzin berê xwe didine kolberên ku derdê wan tenê debara mala wan e û pariyek nan bibin mala xwe.’’
Parêzeran diyar kirin ji ber sedema hejariya ku li gel tê ferzkirin mirov kolberiyê dikin û gotin heta ku sûcdar neyên darizandin wê dawî li komkujiyê neyê.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Divê êrîşa li ser kolberan di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Çi kesê ku di kuştina koloberan de berpirs e divê li dadgeha ku cot-standartî lê nîn e werin darizandin. Ji bilî yên ku gule avêtine wan, ên ku gule bi wan dane avêtin jî divê derkevin ber dadgehê û hesab bidin.’’