BI DÎMEN

Parêzerên Rêber Apo li Parlamenta Norwecê axivîn

Parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî li ser vexwendina Partiya Sor a Norwecê (Rodt) çûn Osloyê û li Parlamenta Norwecê hin axaftin kirin.

Parlamenterên Partiya Sor Bjornar Moxnes, Hege Bae Nyholdt û Seher Aydar jî di nav de Solidaritet med Kurdistan, nûnerên NCDK’ê û rayedarên saziyên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civînê bûn û mijarên weke pergala tecrîda mutleq a Îmraliyê, hewldanên pêvajoya çareseriyê û bangên aşitiyê hatin rojevê.

Axaftina destpêkê ji aliyê Parêzer Îbrahîm Bîlmez ve hate kirin û Bîlmez da zanîn ku pêvajoya ji dema Rêber Apo bi komployeke navneteweyî ji Tirkiyeyê re hatî radestkirin heya niha û pergala Gîrtîgeha Îmraliyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî hatine avakirin. Bîlmez diyar kir ku îro bes ne li hemberî Rêber Apo li seranaserê Kurdistanê polîtîkaya tecrîdê tê sepandin.

Her wiha bal kişand ser geşedanên heyî ku weke çareseriya duyem bi nav dike û got ku silavdayîna Devlet Bahçelî ya ji bo parlamenterên DEM Partiyê, serdedana Omer Ocalan a ji bo Îmraliyê û gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan were Meclîsê û biaxive’ gelekî girîng in.

Bîlmez diyar kir ku piştî van yekan di navbera Rêber Apo û heyetekê de hevdîtin pêk hatin û Rêber Apo peyama ‘Ez dikarim pêvajoyê ji zemîna şer bikşînim ser zemîna hiqûq û siyasetê’ daye.

Parêzer Cengîz Yureklî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ li her çar perçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn deng vedaye û xwedî lê hatiye derketin. 

Yureklî têkildarî bertekên desthilatdarî û muxalefeta li Tirkiyeyê jî mînakên şênber nîşan dan û got ku divê civaka navneteweyî jî bi baldarî vê pêvajoyê bişopîne.

Parlamenterê Partiya Sor Bjornar Moxnes jî anî ziman ku ew bi baldarî pêvajoyê dişopînin û banga Rêber Apo girîng dibînin û pirsa 'Hûn ji me alikariyeke çawa dixwazin?' kir.

Îbrahîm Bîlmez jî pirsa Moxnes bersivand û got ku "Pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî" û diyar kir ku çareserî hemû beşên civakê eleqedar dike û bersiva; "Em ji bo van alîkariyên di vê çorçoveyê de spasiyên xwe dikin û li bendê ne ku ev yek zêdetir bin" da.

Civîn bi bersivandina pirsên beşdarê ên din û axaftinên spasiyê bi dawî bû.

Parêzerên Rêber Apo wê di çarçoveya bernameyên xwe yên li Osloyê beşdarî hin çalakiyên din jî bibin.