Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo rêzehevdîtinên xwe û tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû.

KONGREYA NETEWEYÎ YA KURD A BAKUR Û ROJHILATÊ

Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamentera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şandeya ku di deriyê Pêşxabûr re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê rêzehevdîtinan bike û tevlî Konferansa Neteweyî bibe.