'Cizîr wê îradeya xwe nîşan bide'

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Cizîrê Mehmet Zirig got, "Gelê Cizîrê bi rêjeya 82 ji sedî hem îradeya xwe destnîşan kiri, hem jî nîşan da ku dikare xwe birêve bibe. Gelê Cizîrê eger bi rêjeya 82 ji sedî dabe, vê carê dikare bike 90 ji sedî."

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Zirig ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, tifaqa AKP-MHP'ê 4 sal in êrîşî îradeya gel dike. Zirig got, "Armanca qeyûm ew e ku mafên gel ên demokrasî û xwerêvebirinêji dest bigire. Qeyûm ji bo desteserkirina îradeya gelê Kurd weke amûrekê hate bikaranîn. Ew dixwazin dest deynin ser destketiyên berxwedana 40 salan a gelê Kurd. Cizîr yek ji wan bajaran e ku zexta herî giran a dewletê lê bûye. Bajar hilweşandin, îradeya gel desteser kirin."

'CIZÎR WÊ ÎRADEYA XWE NÎŞAN BIDE'

Namzet Zirig bi dewamî got, "Cizîr ji aliyekî din ve yek ji wan deveran e ku îradeya xwe bi rengekî vekirî nîşan dide. Yek ji wan deveran de ku HDP dengê herî zêde lê bi dest dixe. Lewma berdêlên gelekî giran hatin dayin. Hîn jî gelek wekîl û xebatkarên HDP'ê girtî ne. Ev hilbijartin wê bibe bersiv li desthilatdarî û dijberên demokrasiyê. Gelê Cizîrê bi rêjeya 82 ji sedî îradeya xwe nîşan da. Da xuyakirin ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Lê belê AKP'ê îradeya gel nas nekir. Eger gelê Cizîrê xwe gihandibe rêjeya 82 ji sedî, em bawer in ku vê carê dikare xwe bigihîne 90 ji sedî."

'EM GEL ESAS DIGIRIN'

Zirig anî ziman, di têkoşîna demokrasiyê de du armancên şaredariyê hene û got, "Em Kurd û partiya me HDP, dixwazin şaredariyên me xizmetê bikin. Em ji bo demokrasiyê têdikoşin. Serokê hikumeta AKP'ê Erdogan gotibû, 'Eger bi îradeya xwe şaredariyê bi dest bixin, em ê îradeya wan qebûl nekin'. Dibe ku piştî hilbijartinê hikumet êrîşî îradeya gel bike. Ew êrîş bikin jî em ê kiryarên wan qebûl nekin. Em ê desthilatdariya ku dijberê demokrasiyê ye qebûl nekin. Ji bo me ya esasî îradeya gel e. Ne ji bo desthilatdariyê, ji bo xizmeta ji gel re em dixwazin şaredariyê bi dest bixin."

'EM GELÊ XWE NAS DIKIN'

Zirig anî ziman, wê li her kolanê malên gel ên ser bi şaredariyê vekin û got, ji bo gel pirsgirêkên xwe yên civakî bi xwe çareser bike, ê malên ku biryar lê bên dayin vekin. Zirig got, "Qeyûm tayîn bikin jî em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Ji ber ku em kolanên xw,e çanda xwe, pirsgirêka xwe, xwe bi xwe nas dikin û fêhm dikin."