‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan belavî cîhanê bû’

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li avahiya baroyê panelek li dar xist. Di panelê de hate gotin paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi mijarên “Armanca polîtîkayên tecrîdê û bandora wê ya li ser girtîgehan” û “Binpêkirinên mafên mirovan” li avahiya baroyê panelek li dar xist. Di panela ku Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber moderatoriya wê dikir de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mûşê Sezaî Temellî axivîn.

ÇIMA TECRÎD?

Di panela ku gelek kes tevlêbûn de ewilî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek, ê qala tecrîda mutleq a li Îmraliyê kir, wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîdê ew e ku ji aliyê netew dewletan ve pêşî li belavbûna paradîgma û ramanên birêz Abdullah Ocalan bê girtin ku belavî cîhanê bibin. Her wiha serhildana birêz Abdullah Ocalan a li dijî pergala kapîtalîst a li ser bingeha bêstatubûna gelê Kurd hatiye avakirin e.”

Çîçek destnîşan kir ku Kurd û dostên wan Abdullah Ocalan weke Rêberê Kurdan qebûl dikin û anî ziman ku ev yek ji aliyê netew dewletan ve weke rewşeke bixeter tê dîtin.  Çîçek, axaftina xwe wiha domand: “Paradîgmaya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ku Abdullah Ocalan li dijî dewletên kapîtalîst derxistiye holê, weke xeteriyekê tê dîtin. Dewlet û hêzên kapîtalîst armanc dikin ku Rêberekî gelek rakir ser piyan û li Rojhilata Navîn rewş guhert, li Îmraliyê tecrîd bikin û asteng bikin ku ramanên wî derkevin derve. Hemû bêhiqûqiyên li dijî birêz Abdullah Ocalan pişt re belavî hemû girtîgehan bûn û hêj jî berdewam dike.”

‘LI CÎHANÊ MÎNAKEKE DIN A TECRÎDÊ NÎNE’

Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû binpêkirinên mafên mirovan girêdayî tecrîdê ne û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li cîhanê mînakeke din a tecrîdê nîne. Em li hemû qadan bandora tecrîdê dibînin. Hêzên kurewî û pergal, Abdullah Ocalan ji xwe re weke xetereyekî dibînin. Sedemê ku weke xetere dibînin jî paradîgmaya wî ya aştiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn e.”

Temellî da zanîn ku tecrîd pirsgirêkeke hiqûqî ye û binpêkirina mafên mirovan e û ev tişt got: “Sedema herî girîng a ku AKP zêdeyî 20 sal in li ser desthilatê ye, tecrîda ku ferz kiriye ye. Mudaxelekirina Abdullah Ocalan rasyonelîteya dewletê xera dike. Piştî sala 2015’an, piştî pêvajoya çareseriyê dewlet û hikûmetê ji bo ku pergala xwe ya otorîter zindî bihêlin bi rengekî pir mezin dest bi komkujî û êrîşan kirin. Heke tecrîd were rakirin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe, wê pêvajoyeke veguherîna rasteqîn a pergalê dest pê bike. Pergal li şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bike, di vê pirsgirêkê de israr dike.”

‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN BELAVÎ CÎHANÊ BÛ’

Temellî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên navnetewî û kurewî dema mijar dibe Abdullah Ocalan û statuya Kurdan bi fikra ‘hûn dikarin dev ji axaftinê berdin û bêdeng bibin’ tevdigerin. Tecrîd meseleyeke krîtîk û girîng e. Ji bilî pirsgirêkeke hiqûqî û mafên mirovan, pirsgirêkeke cîhanê biguherîne ye. Her çiqas hewl bidin tecrîd bikin jî paradîgmaya Abdullah Ocalan ji ya beriya 25 salan bêhtir li cîhanê belav bûye. Fikrên Abdullah Ocalan li hemû mirovahiyê belav bû û azad bûne.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.