PAJK: Xeta Zîlan di têkoşînê de israr, di şer de jî serketin e

PAJK: Li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina Kurd bûye pîvana di tekoşînê de israr, di jiyan û şer de serketinê. Em weke tevgera azadiya jinê, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber APO û şehîdên me ava kirine têdikoşin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 25'an a çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Afrînera xeta fedaî û manifestoya jiyana azad hevrê Zîlan (Zeynep Kınacı) di salvegera 25’emîn a şehadetê de, bi rêz, heskirin û minetdarî bi bîrtînin. Di şexsê şehîdên meha Hezîranê de, hemû hevalên li ser xeta fedaî, bi vîn, bawerî û evîna Zîlan, di pêngava şoreşgerî ya cenga xabûr û bazên Zagrosê de gihîştine şehadetê bi bîrtînin. Bawerî û soza parastina nirxên şehîdan girêdana bi xeta wan re nû dikin.

ÇANDA XWEDAWENDÊN MEZOPOTAMYAYÊ JI NÛ VE AFIRAND

Di sala 1996’an de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên navdewletî, êrişeke plankirî li dijî Rêber APO xwestin pêk bînin. Li hemberî êriş û komploya li ser Rêbertiya me, hevrê Zîlan di 30’î Hezîrana 1996’an de li navenda Dersimê, çalakiya fedaî li darxist. Hevrê Zîlan, bi çalakiya xwe ya dîrokî bersiv da komplogeran û peyam da wê komplo tu carî bi ser nekeve. Heval Zîlan, girêdana xwe ya bi Rêbertî re bi çalakiya xwe pênase kir; Rêber APO jî, çalakiya hevrê Zîlan  wiha pênase kir; 'Zîlan, navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha'. Rêheval Zîlan, bi pênaseya 'Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin' ji nû ve çanda xwedawendên Mezopotamyayê nû jen kir. Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike. Ji ber vê yekê Tevgera me ya Azadiya jinê, xwe spartiye rastiya Zîlan û bûye pênaseya evîna Kurd.

FEDAYÎTÎ Û PÊŞENGIYA JINÊ BÛ ŞÊWAZÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYÊ

Di dîroka têkoşîna me de, şêwazê çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan, pêvajoyekî nû yê li ser bingeha ruhê fedayîtiyê pêş xist. Êdî fedayîtî û pêşengiya jin, li Kurdistanê bûye şêwazê jiyan, şer û tekoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Bi kesayeta heval Zîlan re rastiya berxwedan û tekoşeriya jina Kurd hate afirandin, hate bi rêxistin kirin û bû nasnameya jina azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina Kurd bûye pîvana di tekoşînê de israr, di jiyan û şer de serketin. Em weke tevgera azadiya jinê, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber APO û şehîdên me ava kirine têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semaya ne. Her milîtaneke jin a îro li ser vê xetê dimeşe, bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe û şer dike.

GERÎLA LI SER XETA ZÎLAN BI RUHÊ FEDAYÎ BERSIVA ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIDIN

Di van rojên dîrokî de şerekî giran û hebûn-tunebûnê ya ku bandorê li dahatûya gelê Kurd dike tê dayîn. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Botanê heta Amedê şerekî dijwar diqewime. Di serî de tesfiya li ser hereketa me tê ferzkirin, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser gerîla, şerê taybet û konspta qirkinê ya li ser gelê me û jinan tê pêşxistin, di encama plana qirkirinê de ye. Divê em bi zanabûna ku navenda şer li Îmraliyê dijî Rêber Apo tê meşandin tevbigerin. Li hemberî şerê topyekûn û plana tasfiye, di vê serdemê de gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê li ser xeta Zîlan bi ruhê fedaî bersiva êrîşên qirkirinê didin. Gerîla û şervantiya modernîteya demokratîk qerekterê şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev sekna gerîla milîtanbûn û şoreşgeriya demê ye. Fedaiyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê yên ku sekna milîtanî û fedayîtiya xeta fermandar Zîlan nîşan didin û bi hemû vîn û baweriya xwe tevlî cengê dibin xwe gîhandine ruhê şoreşgerî yê demê. Ev dema dîrokî ya em dijîn, di heman demê de erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me.

SERKETIN WÊ BIBE YA GELÊ ME Û TEVGERA AZADIYA JINÊ

Li hemberî dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê, ya dijminê gelan û jinan, em weke tevger û gelê Kurd pêwîste bi ruhê fedayîtî, bi şêwaza hevrê Zîlan têbikoşin û di vê serdema dîrokî de destketiyên gelê Kurd mîsoger bikin û nirxên tekoşîna jin biparêzin.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, carekî din di şexsê şehîdên meha Hezîranê de hevrê Zîlan, Helmet, Nûjîn Sêrt ku di serdemên cuda yên tekoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedaî, dîsa di şexsê şehîdên Mamreşo û Zendûrayê de tevahî şehîdên pêngava şoreşgerî bi rêz û heskirin bi bîrtînin. Soza bi cihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta APOyî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û Ruhê fedaî yê di gerîla de ava bûyî van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û tevgera azadiya jinê."