PAJK: Em ê tarîtiyê bi helwesta hevrê Sarayê ronî bikin

PAJK’ê destnîşan kir ku ji bo hesabpirsîna dîrokî gelek sedemên mezin hene û got: “Li dijî zihniyeta ku hewl dide komkujiya Parîsê normalîze bike û bide jibîrkirin, berdêla wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna me dewam bike.”

Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got: “Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê. Ti hêz û komplo nikare li pêşiya me bibe asteng.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em di salvegera şehadeta 12’emîn a sembola berxwedana têkoşîna me hevrê Sakîne Cansiz, ji kadroyên mîlîtan ên tevgera me ya jinê hevrê Rojbîn û Ronahî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev hevrêyên me 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê bi komployeke nemerdane hatin qetilkirin. Di şexsê yek ji pêşengên me Evîn-Emîne Kara de ku di komkujiya Parîsê ya duyemîn de hat qetilkirin, em hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê me yê hêja Abdûrrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr tînin, em soza hesabpirsîna van komkujiyan dubare dikin. Em soz didin ku em ê teqez vê komploya tarî ya li dijî pêşengên têkoşîna me, ronî bikin. Em li ber bîranîna şehîdên me yên mezin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, car din komkujiyên li Parîsê şermezar dikin.

Hîna di dilê me de êşa qetilkirina endama damezrîner a partiya me PKK’ê, pêşeng û dîroka zindî ya têkoşîna me ya jinê hevrê Sara-Sakîne, Rojbîn û Ronahiyan hebû, komkujiya Parîsê ya duyemîn pêk hat. Ji sala 2013’an û vir ve gelê Kurd û jin ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê li qadan li ber xwe didin û ji bo ku rastî derkevin holê têdikoşin.

Rayedarên Fransayê li şûna ku komkujiya dermirovî ya dewleta Tirk ronî bike, 23’yê Kanûnê ji bo komkujiya Parîsê ya duyemîn zemîn ava kir. Her tişt bi vekirî li holê ye, faîl diyar in. Lê bi biryara nepeniyê ya li ser dosyayê hat xwestin ku hesabên qirêj û têkîliyên di van komkujiyan de bên nixumandin.

HEWL DAN KU FAÎLAN BIDIN JIBÎRKIRIN

Ne tesaduf e ku di komkujiyê de Sakîne Cansiz a di damezrandin û qonaxa koma Partiya me de cih girtî, Fîdan Dogan a xebatên dîplomasiyê dimeşand û yek ji pêşengên ciwanan Leyla Şaylemez hatin hilbijartin. Di demeke ku bi Rêber Apo re têkildarî çareseriyê diyalog dihatin kirin de, sê jinên ku nûneriya têkoşîna azadiya jinê ya ku Rêber Apo jê re gotî ‘projeya min a herî mezin’ dikin, bi taybetî jî hilbijartina Sakîne Cansiz ku bi têkoşîn û berxwedana xwe bûye sembola jina azad, li ser bingehê komployek pêk hatiye. Armanc ew bû ku li aliyê herî xurt ê Rêber Apo bixin. Hevala Sakîne ji salên destpêkê yên têkoşînê heta partîbûn, artêşbûn, guhertina paradîgmayî û avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk bêyî teredut bi Rêber Apo re meşiya û her tim baweriya xwe ya ji pêşketina sîstema demokratîk re aniye ziman. Ev komkujî di warekî de rêya çareseriya demokratîk tune kir û bi vî rengî biryar hate dayîn ku car din siyaseta înkar-îmhayê bi hemû aliyên xwe ve bikeve meriyetê. Eger mirov baldar be ji wê rojê heta îro siyaseta îmha-înkarê bi şêwazekî herî dijwar tê pêkanîn. Tecrîda li ser Rêber Apo hat girankirin û rêbazên ku di qanûnên Tirkiye û navneteweyî de cih nagirin, hatin pêkanîn. Yên ku komkujiya Parîsê plan kirin û pêk anîn nehatin eşkerekirin, kujer ji holê hat rakirin. Bi vî rengî hewl hat dayîn ku faîlan bi raya giştî bidin jibîrkirin.

Li Kurdistanê faşîzma li dijî jinên pêşeng û gelê me, bi heman polîtîkayê bi hemû leza xwe dewam dike. Jinên berxwedêr tên qetilkirin, li dijî hemû pîroziyên Kurdan êrîşên bê sînor tên kirin û li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li hemberî vê yekê jî heman hêzên komploger xwe lal û ker dikin. Ev zihniyet hewl dide komkujiyên li Parîsê normalîze bike û bide jibîrkirin. Li dijî vê zihniyetê berdêla wê çi dibe bila bibe, wê têkoşîna me ya bê hempa dewam bike. Ji bo ku faîlê van komkujiyan dewleta Tirk û piştevanên wê, bên eşkerekirin û li pêşiya dîrokê hesab bidin, wê di her şert û mercî de têkoşîna me bê navber dewam bike.

Kuştina kujerê komkujiya Parîsê (yan jî bi rengekî windakirina wî) wê têra nixumandina dozê neke. Bi belgeyên xwe derketiye holê ku faîlê vê komkujiyê endamê îstixbarata dewleta Tirk e û bi hevkariya sazî û hêzên cuda bi rengekî organîzekirî ev komkujî pêk aniye. Hewldana dadgeha Fransayê ya ji bo girtina dozê, hevkariya wê ya di vê komkujiyê de nîşan dide.

Weke PAJK em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Gelê Kurd, jin û dostên wan bi têkoşîna xwe teqez vê rastiya tarî wê ronî bikin.

Rêber Apo belasebep komkujiya Parîsê weke 'Komkujiya Dersimê ya duyemîn' pênase nekir. Ji ber ku di şexsê hevala Sara de Rêbertiya me, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê û nirxên wê hatiye hedefgirtin. Di demekî ku tevgera jinan li çar parçeyên Kurdistanê û li dervey welêt li dijî sîstema baviksalar têkoşîneke pir bi bandor dimeşîne de, ev komkujî pêk hat da ku ev têkoşîn were tasfiyekirin. Di demekî ku jinên Kurd bi jinên cîhanê re diciviya û bi têkoşîna xwe kelecan diafirand de, li ser bingehê heman armanca qirêj di 23’yê Kanûna 2022’yan de komkujiya Parîsê ya duyemîn pêk hat.

SARA TÊ WATEYA VEXWENDINA TÊKOŞÎNÊ

Komkujiyên Parîsê di nava jinan, gelê me û dostên me de bûye sedema êş û hêrseke kûr. Hevrêya me Sara ku dîroka zindî ya têkoşîna me ye, bi sekna xwe ya li dijî êşkencekaran di nava gelê me de bûye destan. Tif li rûyê neyaran kir û heta dawî di têkoşînê de israr kir. Têkneçûna îradeyê, di dîroka me de bi tîpên zêrîn neqişand. Bi sekna xwe nûnertiya nirxên ku Besêyan, Zerîfeyan û bi sedan jinên ku berdêl dane kir, hem ji bo gelê Kurdistanê hem jî ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn bûye nirxê azadiyê û bûye xwedî karektereke gerdûnî. Bi qasî ku jiyana wê ya ku dê bibe mijara destanan, bi şehadeta xwe bûye çavkaniya nemir ku hemû jinan tîne ba hev. Pêşengek efsanewî bû ku jiyana xwe fedayê têkoşîna heqîqetê kiribû û li ber zilma zaliman stûyê xwe xwar nekir. Ev rastî di têkoşîna me ya azadiya jinê de bûye rêgezeke jêneger.

Di vê wateyê de rastiya Sara-Sakîne Cansiz bûye cewhera îradeya xurt û rêgeza pêşengiya Tevgera Azadiya Jinê û Tevgera Azadiya Kurd. Lewma Sakîne Cansiz tê wateya jiyan û azadiyê! Tê wateya şerê avakirina jiyaneke nû bi hişmendiya jinê li xaka xwedawendan bi rengê herî bi rûmet. Bi hezaran jinên ku vê mîrateyê dewr girtin, li çiyayên Kurdistanê bi heman ruh û îdîayê şer dikin û li deşt, bajar û tevahiya cîhanê têkoşînê bilind dikin.

Sara-Sakîne Cansiz ku veguherî abîdeyeke berxwedanê, ji bo hemû jinên ku di nava lêgerîna azadiyê de ne bangek e. Ew vexwendinek e ku têkoşîn û peymana li ser bingeha jiyan û azadiyê ye. Mîna Sara şerkirin, li ber faşîzmê bi cesaret azadiya xwe qîrîn û avakirina jiyana azad li welatê xwedawendan, perspektîfa me ya bingehîn a têkoşînê ye. Em ê teqez bi sekna milîtaniya Apoyî ya hevrê Sara, hemû tarîtî û komployan têk bibin. Berxwedana bi heybet û wesiyeta Sarayan, Rojbînan, Evînan, Ronahiyan, Sêvêyan, Fatmayan û Pakîzeyan, ji bo me tê wateya vexwendina şerek xurtir. Li ser vê bingehê divê hemû jinên ku li dijî faşîzm û sîstema desthilatdariya mêr xwedî azwerî û îdîaya azadiyê ne, bi ruhê seferberiyê têkoşînê hembêz bikin. Ji bo hesabpirsîneke dîrokî sedemên me yên mezin hene. Ji bo em bi ser bikevin û xeyalên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin, em ji her demê bêhtir xurt û rêxistinbûyî ne.

Em ê bi hemû hêza xwe mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, ku bi ruhê Apoyî yê xurt hatine avakirin, dijmin mehkûmî têkçûnê bikin. Bi vê biryardariyê em ê sala 2024'an veguherînin saleke ku di azadiya jinê de pêşketinên mezin pêk werin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ti hêz û komplo wê nekaribe pêşî li van armancên me bigire. Mîna hevrêya me Sara li zindana Amedê de tif li rûyê zilm û îxaneta zaliman kir, bi berxwedana xwe dijmin anî ber çokên xwe û mehkûmî têkçûnê kir! Serkeftin û azadî wê teqez ayîdî mirovên berxwedêr be, faşîzm û zîhniyeta komploger wê têk biçin!"