Ozsoy: Polîtîkaya aloziyê dan destpêkirin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, "Polîtîkaya alozî û şerekî demdirêj dan destpêkirin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterê Amedê Hişyar Ozsoy der barê desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê nerazîbûneke tund nîşan da.

Ozsoy destnîşan kir ku dinya hemû zane ku biryara li dijî şaredariyan hatiye wergirtin li dijî hiqûqê ye û got, "Li dinyayê bû rojeva sereke. Ji Abdullah Gul heta Davûtoglû, ji CHP'ê heta derdoreke befireh, ji 27 baroyan heta Enqere, Denîzlî û Stenbolê daxuyanî hatin ragihandin û hate gotin ku ev yek bêhiqûqî ye, nabe ku bê kirin. Dîsa jî israr dikin. Lê ji aliyê siyasî ve wê têk biçin."

Ozsoy diyar kir, eger hevşaredarên wan li wezîfeya xwe neyên vegerandin wê polîtîkayeke alozî û şerekî demdirêj bidome û got, "Herî dawî gotin ku wê bikevin nava rojhilatê Firatê. Ji wan nehat. Li Îdlibê Rûsyayê bombe li nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê barand. Suleyman Soylû û Çavûşoglû deng ji wan dernakeve. Lê belê dema mesele Kurd in, hûn jî dibînin ku bi TOMA'yan û polîsan êrîş dikin, li dayikên extiyar jî dixin."

Ozsoy bi bîr xist ku wan soz dane gelê xwe ku îradeya gel biparêzin û got, "Em heta dawiyê li pişt hevşaredarên xwe ne. Em gotinên terorê, terorîstan qebûl nakin û ya ku niha tê kirin terora herî mezin a dewletê ye."

Ozsoy destnîşan kir ku wê heta dawiyê têbikoşin û bang li gel kir ku li îradeya xwe ya demokratîk, bi çalakiyên demokratîk bibe xwedî.