Ozkan bi nîşeya hevalên koxuşa xwe çûye nexweşxanê

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ku nikare derdê xwe bibêje, bi nîşeya ku hevalên wî yên koxuşê nexweşiyên wî nivîsîn rakirin nexweşxanê.

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî giran bû 17, 18, 19, 20 û 24'ê Gulanê rakirin nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê. Li gorî testên ku li nexweşxanê hatin kirin li gel ku rewşa Ozkan agiran jî bû, dîsa birin girtîgehê.

Ozkan 26'ê Gulanê cara 6'an bi rengekî kelepçekirî li nexweşxanê razandin, di roja sêyan de dîsa ew birin girtîgehê.

Li ser medyaya dijîtal li ser navê Mehnet Emîn Ozkan hesabek hatiye vekirin. Di hesêb de hatiye gotin, ''Hevalê koxuşê yê Mehmet Emîn Ozkan, ji ber sedema ku Ozkan nikare derdê xwe bibêje, nîşeyeke kurt nivisiye û kiriye berîka wî.''

Di nîşeyê de nexweşiyên Ozkan hatiye gotin û her wiha rajêna wî çend e ew jî hatiye parvekirin.