Ozguneş: Dewlet dişewitîne, bi cerdevanan dide birîn

Wekîlê HDP'ê Hasan Ozguneş got, ''Darên ku nikarin bişewitînin bi cerdevanan dibin birîn.''

Ev sê meh in artêşa Tirk a dagirker li Cûdî ya Şirnexê bi konsepta qirkirina sirûşta Kurdistanê şewatê derdixe, qira daristanan, ajalên li daristanan tîne û nahêle ku gel şewatê bitefîne. Li dijî vê polîtîkaya qirkirina sirûşta Kurdistanê Wekîlê HDP'yê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ber avahiya partiyê ya bajêr çalakiya rûniştinê ya ji bo 3 rojan dest pê kir. Di roja duyan de Meclîsa Jinan a HDP'ê, rêxistinên bajêr û navçeyan, TJA û Dayikên Aştiyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Pankarta ''Cûdî dîrok e neşewitînin'' û ''Daristanên me têne şewitandin rayedar çavan diniqniqînin.''

'BI CERDEVANAN DIDIN BIRÎN'

Ozguneş dema çalakiyê daxuyanî da û got, ''Li dijî şewatên li Cûdî, Gabar, Bestayê û tevahiya şewatan me daxuyanî da. Me bang li gelê xwe û rayedaran kir ku bihistyar bin. Me ev aşkere got; ''Bi topên ku leşker davêjin, bi guleyên agirî daristanên me têne şewitandin. Ya ku nikarin bişewitînin jî bi destê cerdevanan didin birîn.''

PROVAKASYON KIRINE

Ozguneş bal kişande ser provakasyona ku komekê li dijî çalakiya wan a rûniştinê bike û got, ''Ji bo AKP-MHP'yiyan kolan hatine girtin, hemû derfet dane wan, wesayit ji wan re eyar kirine û bi kontrola hêzên dewletê meşeke hatiye organîzekirin. Li ber partiya me dijûn li nirx, partiya me û li me kirine. Provakasyon kirine. Hin hêzên tarî dixwazin ku provakasyonê bikin. Bi vê dixwazin Şirnexê bêkê bikin.''

BANGA LI GEL

Ozguneş got, ''Gelê Botanê birûmet e'' û diyar kir ew ê li nasname, sirûşt, li demokrasiyê û azadiya xwe xwedî derkevin, heta ku ew hebin ew ê li sirûşta Kurdistanê xwedî derkevin û got, ''Em li vir in. Em ê sibe jî çalakiya xwe bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî şewatan dengê xwe bilind bike.''