Ozdemîr ê di rojiya mirinê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bidawî bibe

Merwan Menduh Ozdemîr ê li Silêmaniyê li dijî tecrîdê 5 roj in di rojiya mirinê de ye peyama ‘Wê tecrîdê bişkînin’ da.

Merwan Menduh Ozdemîr ê li Silêmaniyê li dijî tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan dest bi rojiya mirinê kiriye, çalakiya xwe di roja 5’an de bi biryardarî didomîne.

Ozdemîr ê ji Colemêrgê ye, berî 8 mehan ji ber zextên siyasî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.

Ozdemîr 18 saliya xwe bi hincetên tevlî çalakiyên siyasî bûye hatibû girtin, gelek carna jî hatibû destgîrkirin.

‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’

Ozdemîr got: “Ji ber ku di têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê ez direng mam, ji bo wê min biryarek wiha girt. Bawerî nîva serketinê ye. Bi berxwedana 7 hezar girtî û hemû çalakvanên di grevên birçîbûnê de ne em ê biser bikevin tecrîdê bişkînin.”

‘GELÊ BAŞÛR WÊ XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN’

Ozdemîr got gelê Başûr ji bo azadiyê gelek têkoşîn kir û wiha pêde çû: “Ji bo têkoşînê bikin gelek pêşeng rabûn. Gelê Başûr ji bo bidestxistina azadiyê baş dizane kîjan biryarê bide. Gelê başûr wê piştevaniyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê.”