Operasyona qirkirina siyasî: Li Semsûrê 5 kes hatin destgîrkirin
Di serdegitinên malan ên saetên sibe û şevê yên ji aliyê jendermeyan ve ya li Semsûrê pêk hatin de, 5 kes hatin destgîrkirin.
Di serdegitinên malan ên saetên sibe û şevê yên ji aliyê jendermeyan ve ya li Semsûrê pêk hatin de, 5 kes hatin destgîrkirin.
Li Semsûrê di serdegirtinên danê sibehê û şevê yên li ser malan de, 5 kes hatin destgîrkirin.
Li bajarokê Bûlma ya Çelîkhan Pinarbaşi Hasan Tunc, Sabrî Sel û Azîz Yildiz û li gundê Tolmaz a girêdayî Semsûrê jî birayên bi navê Alî Sungu û Hasan Sungu hatin destgîrkirin. Hate raginadin ku Îmam Sungu ji ber ne li mal bû nehate destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Semsûrê.
Abûzer Akgul û Azîz Aslan ên berî 3 meha li Semsûrê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ jî hatibûn destgîrkirin, ji doza jê dihatin darezandin hatin berdan. Aslan û Akgul bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tevlî danişînê bûn.
Her du kesan îdîayên li ser wan red kirin, daxwaza berdanê kirin. Heyeta dadgehê piştî navberê biryara berdana her du kesan da.