Operasyona li ser MEBYA-DER’ê: 11 kes hatin girtin

Li Wanê di lêpirsîna li ser MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan bû 11.

Li Wanê li dijî MEBYA-DER’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 19’ê Gulanê de 18 kesên hatibû destgîr kirin, piştre 5 heb ji wan di 28’ê Gulanê de li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Li ser îtîraza dozgeriyê Cevdet Bîlekçî, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî, Mahmût Dîndar û Savaş Encu vê sibehê di serdegirtina malê de dîsa hatin destgîrkirin. Ev 5 kesên hatin destgîrkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin û li dadgehê biryara girtina wan hate dayîn.

Di çarçoveya vê lêpirsînê de hejmara kesên hatine girtin bû 11.