Operasyona ji bo navenda bajêr dest pê kir

Ji bo paqijkirina navenda navçeya Hewîce ya Kerkûkê, danê vê sibehê dest pê kir û hêzên operasyonê xwe gihandin navenda bajêr.

Operasyona rizgarkirina navçeya Hewîceyê, ku ji aliyê artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û Hêza Destwerdanê ya Lezgîn ve tê meşandin, dewam dike. Hêzên operasyonê danê vê sibehê gihaştin navenda bajêr.

Korgeneral Abdulemîr Reşîd Yarallah, ku operasyonê bi rê ve dibe, da xuyakirin ku operasyona ji bo paqijkirina navenda bajêr danê vê sibehê dest pê kiriye.

Li gorî lihevkirina Bexda û Hewlêrê, diviyabû hêzên pêşmerge jî tevlî vê operasyonê bûya. Li gorî peymanê, bi hezaran pêşmergeyên Zerevanî (Hêzên Taybet) li Kerkûkê hatin bicihkirin. Lê belê piştî referandûma serxwebûnê, Bexdayê ev peyman bi yekalî betal kir û hêzên pêşmerge heta niha tevlî operasyonê nebûne.

Hewîce ku bi 55 kîlometreyan li başûrê rojava yê Kerkûkê ye, ji Hezîrana 2014'an û vir ve di destê DAIŞ'ê de ye.