Ok: Gelê Kurd hêza berxwedanê ji pêngava 1'ê Hezîranê digire

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser salvegera 17'an a pêngava 1'ê Hezîranê axivî û got, "Berxwedan, têkoşîn û serhildanên gel û tevgera me, hêza xwe ji pêngava 1'ê Hezîranê digirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û mijarên di rojevê de ne, nirxand.

salvegera 17’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa dikin. Di vê berxwedana gerîla de Pêngava 1’ê Hezîranê xwedî rolekî çawa ye?

Di dîrok û têkoşîna gelan de hin dem û roj hene, pêşeroja wan gelan û têkoşînê diyar dike. Mohra xwe li wê demê dixin. 1’ê Hezîranê him wekî salên 2004 û 2010, di dîroka me de du heb 1’ê Hezîranê hene. Bi taybetî jî 1’ê Hezîrana 2004’an, xwedî roleke wisa ye. Ez hevalên ku di wê pêvajoyê de pêşengtî kirine û şehîd bûne, bi rêz bi bîr tînim. Di dema komploya navneteweyî de, li ser tevgera me êrîşeke giştî hebû. Hêzên netewe-dewlet û dagirker û şirîkên wan ên li herêmê bi hev re xwestin, serhildana 29’emîn a bi rêbertiya Rêber Apo û PKK’ê dest pê kiribû, tasfiye bikin. Heta sala 2004’an ew komplo û tevgera tasfiyeyê li ser me berdewam kir. Li hemberî komploya navneteweyî gelên me û rêhevalên me yên li zindanan, li çiyayan, li welat û derveyî welat helwesta xwe diyar kirin, agir bera bedena xwe dan. Wan tiştek gotin, tu hêz nikare Roja me tarî bikin. Helwesteke tund, bênavber û bi rûmet li her parçeyên Kurdistanê û welat diyar kirin. Lê komplo jî berdewam bû. Çi xwestin di nav partiyê de lîstikan bikin, ji ser kesayetan bilîzin û bikaribin bi şêwazê şerê taybet tevgerê tasfiye bikin, Rêber Apo bigirin û vê tevgerê jî tune bikin. Rêber Apo ji bo Îmraliyê got ‘Jidayikbûna min a sêyemîn’. Bingehek wê, dîrokeke wê berê jî hebû. Bi salan lêhûrbûna Rêber Apo, pêşketinên li cîhanê, nakokiyên cîhanê, paradîgmayeke çawa, siyaseteke çawa ya rast û demokratîk, bi giştî lêhûrbûneke pir kûr hebû. Got ‘jidayikbûna min a sêyemîn’ bi paradîgmayeke nû, kûrkirin, jinûveavakirin, di warê pêşxistina îdeolojiya PKK’ê û paradîgmayê de tiştekî nû pêşkêş kir. Pradîgmaya neteweya demokratîk bi rastî nû bû. Ew argumanên klasîk têr nedikirin, nedibûn bersiva vê demê. Avakirin, fêmkirin û qebûlkirina vê paradîgmayê girîng bû. Li ser Rêber Apo bi giştî êrîşek hebû, êrîşeke fîzîkî, siyasî, psîkolojîk, îdeolojîk hebû. Li Îmraliyê derfet tune û nikare parastina xwe bike û bibe bersiv û karibe paradîgmaya nû bide fêmkirin. Partî, rêxistina me û gelê me hezkirin û qebûlkirina xwe nîşan dan. Gelek pirsgirêk jî derketin. Bi dehan, sedan qaşo di asta rêveberiyê de xwedî rol û mîsyon, wekî kesên bê sedeqat di roja teng û xeter de nirx û girîngiya hevaltî û rêhevaltiyê hemû dan aliyekî, ji xwe re pêşerojeke nû dîtin ketin bin bandora lîberalîzm û neolîberalîzmê. Mixabin tevgera me ji pêvajoyeke gelekî xeter derbas dibû. Ev sal ji bo ku paradîgma ji aliyê kadro û partiyê were fêmkirin û him jî tevgera li gorî wê, bi her awayî çi îdeolojîk û siyasî bikaribe bibe bersiv. Vî tiştî bi qasî 4 salan wexta me xwar. Ev çar sal pir girîng bûn. Pêvajoyeke mayîn û nemayînê bû. Tu yê bijî yan na. Tu yê bikaribî vê serhildana dawîn bi rêxistin bikî yan na. Biryar dixwest, bawerî dixwest, zanebûn dixwest, sedeqat dixwest. Ev çar sal bi dijwarî domiyan. Piştî fêmkirina paradîgmayê, amadekirina xeta partiyê, rêxistinkirina wê ya kûrahî, di warê îdeolojîk û rêxistinî de pêngavek bû. 1’ê Hezîrana 2004’an bersiva êrîşên îdeolojîk ên li ser me bû. Bersiva li hemberî komploya navneteweyî û demê bû. Ji ber vê di dîroka me de em dikarin bibêjin beriya 1’ê Hezîranê û piştî wê, ew ê rasttir be. Beriya 1’ê Hezîrana 2004’an cuda bû û piştî wê jî demeke cuda bû. Beriya 1’ê Hezîrana 2004’an qedera vî gelî pirsgirêkek bû. Piştî 1’ê Hezîranê dema ku li ser xeta partiyê, Rêbertiyê û Rêber Apo israrek çêbû. Di warê îdeolojîk de partiyê ji nû ve xwe kom kir, di paradîgmaya nû de pêşketinek çêbû, êdî diyar bû ku ev tevger wê bikaribe bibe bersiv û bi biryardarî karibe têkoşîna xwe bidomîne. 1’ê Hezîranê ruhek bû, helwestek bû, li hemberî êrîşên li ser me dema ku derfet tune, her kes pêşiya xwe nabîne, îrade û helwesteke berxwedanê bû. Dinya jî xera bibe, dinya jî were ser me, di xeta Rêber Apo de wê serkeftin hebe, ev hêz û îrade bi awayê rêxistinkirî derket pêş. 1’ê Hezîrana 2010’an jî wateyeke wê heye. Di sala 2010’an de li ser tevgera Kurdan a demokratîk û legal êrîş hebûn û dewleta Tirkiyeyê her dem hewl dida, bi xapandin û lîstokan bandorê li pêvajoyê bike. Di 14’ê Nîsana 2009’an de dema ku operasyonên KCK’ê hatin kirin , pir diyar bû ku stratejiyeke nû û bersiveke radîkal pêwist e. Li ser vî esasî di 1’ê Hezîrana 2010’an de partiya me û tevgera me rewşa heyî dîsa nirxand, diyar kir di warê leşkerî û siyasî de stratejiyeke nû, pêngaveke nû û bersiveke radîkal pêwist e. Heke ev nebin em ji wext û pêvajoyê re nikarin bibin bersiv. 1’ê Hezîrana 2010’an di warê leşkerî û siyasî de stratejiyeke ji bo geşkirina berxwedan û serhildanê bû. 

Ew ruh îroj li qadên gerîlayan ên li hemberî dagirkeriyê  tê meşandin. Xwedî roleke çawa ye ev? 

Her tişt girêdayî hev e. Mînak li Zindana Amedê, berxwedana Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Sara nebûya pêşeroja me wê çawa bûya, tarz û ruhê berxwedanê wê çawa bûya, ev tiştekî girîng bû. Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê nebûya, wê çi bihata jiyîn. Heke 1’ê Hezîranê nebûya wê pêşeroja me bi çi şêwazî bûya. Bi taybet kesên ku hêviya xwe bi lîberalîzm û siyaseta navneteweyî girêdaye, bi berxwedan û têkoşîna şoreşgerî nikare tiştekî bi ser bixe, wek aqil û feraset di nav teslîmiyet an jî tasfiyebûnê de ye, wê tevger parçe bikira. Ev pêngava 1’ê Hezîranê israra di xet, rêxistin û îdeolojiya partiyê de bi xwe re çi anî, armanc û hedefên me hene, em ê di vê de israr bikin. Heke ev nebûya wê îro rewşa me çi bûya, wek min gotî yanî pirsgirêk bû. Serhildanên bênavber ên gelên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê û ya gerîlayan a bi ruhekî fedaî têdikoşe, bêguman bingeha xwe ji pêngav û helwesta 1’ê Hezîranê distîne. Ev tişt girîng in. 
Niha şerê dagirkeriyê yê li ser Zap, Avaşîn û Metînayê ji mehekê zêdetir dem li pey xwe hişt. Di van êrîşan de li Başûrê Kurdistanê gund tên valakirin, mal û milkên gundiyan tên talankirin, daristan tên şewitandin, gelê li wir tên kuştin, birîndar dibin. Li hemberî vê rewşê  gelê Başûr û hinek partiyên Başûr û kesayetên navdar nerazîbûna xwe diyar dikin. Lê çima hikumeta Başûr di vê meseleyê de bêdeng e. Rêveberiya me, hevalên me gelek caran anî ziman, pirs kirin. Bi rastî, hikûmeta başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk, esas ne tenê dagirkerî, bi esasî îmha, mayindebûna dewleta Tirkiyê ya li ser başûr, çima wiha bêdeng e, gelo ne di ferqa vê xetereyê de ne yan jî di ferqa vê xetereyê de ne çima bêdeng e, ev pirs hatine kirin. Yanî niha dewleta Tirkiyê ne tenê roja îro ji dîrokê ve dewleteke mêtinger û dagirker e û bi giştî hebûna xwe li ser tinekirina gelê Kurd îro jî li ser tasfiye û tinekirina gerîlayên azadiyê Kurdistanê PKK'ê dibîne. Êrîşê tînê, êrîşê tîne ser gundan. Strajiya çokşikandinê li ser me tê rêvebirin. Mînakên vê li jiyanê hene. Çawa bikin? Herêman bidin ber xwe û bi her hawayî topbaran bikin û civak ji wan deran derkeve, cih û warê xwe berde û wan deran jî dagir bike û bi cih bibe. Niha li başûrê Kurdistanê ev konsept sazkar e. Niha bi sedan gund hatin valakirin, bi deh hezaran Kurd warên xwe berdan. Bi sedan mirovên medenî, jin, zarok, kal hatin şehîdkirin. Ev hemû bi destê dewleta Tirk tê kirin. Hikûmeta başûr, rêveberiya başûr ji bo ku bibe xwedî helwest divê çi yê dî bibe. Bibêje, serweriya min, an jî li dijî êrîşên derve bibe xwedî helwest. Ji bo vê bibêje divê hê çi bibe? Dixwazin van tiştan, rastiya xwe nerast pênase bikin. Yanî, serweriya me PKK, rêveberiya me û Hevserokatiya KCK'ê bi dehan caran, me jî anî ziman, ti caran, îro jî, li hemberî serweriya hikûmeta başûrê Kurdistanê ti helwest û ti nerazîbûna me nîne. Demokratîkbûna civakê, siyaseta civakê, demokratîkbûna rêveberiyê mijarên cuda ne lê redkirin, înkarkirin, ti helwesteke me tine. Ê ku vê dike, binpê dike, dewleta Tirk e. Niha her devera başûr dagir kiriye, li gelek deveran bi cih bûye, mayinde bûye, çiyayên Kurdistanê bombe dike, heywanên wan dikujin, mirov têne qetilkirin, şehîdkirin. Serweriya başûrê Kurdistanê kî binpê dike?  Hem jî bibêje PKK û dewleta Tirk wek hev in. Mirov dibêje, 'însaf!'
PKK, ev keç û xortên Kurd, îro li dijî dewleta Tirkiyê şer dikin, bi rengekî fedayî, beriya vê li Mexmûr, li herêma Başûrê Kurdistanê, li Şengalê, li Rojava, li dijî DAÎŞ'ê, li dijî dagirkeriyê şehîd ketine. Bi rengekî fedayî têkoşiyan. Eynî keç û xortên Kurd îro li dijî dewleta Tirkiyê li ber xwe didin û şehîd dibin. Ew kes, ew rêxistin û partî û dewleta Tirk weke hev in? Mirov bibêje, ew û yên din weke hev in. Ev însaf, exlaqekî çawa ye? Yek jê dagirker û ya dî tevgereke Kurd e. Dikarin rexne bikin, nerînên xwe bibêjin lê PKK ev 40 sal in başûrê Kurdistanê diparêze, têdikoşe û berjewendiya gelê me diparêze. Keseke nikare bibêje PKK'ê ziyan anî ser berjewendiya gelê me. Hikûmeta başûr xizmetê bike, PKK wê bibêje, na? Berevajî PKK dixwaze li gorî derfetê xwe rê be, elektrîk be, ew jî li gorî derfeta xwe. Çawa ji bo jiyana civakê, ji bo pêşeroja civakê PKK talûke be? Ev ne rast in. Dewleta Tirkiyê dagirker dike weke me gotî, ne tenê dewleta Tirkiyê jî, bi qorîciyan, ne tenê qorîcî ew DAÎŞ'ê û Nûsrayên ku li başûrê Kurdistanê li Mexmûrê, li Hewlêr, li Şengalê, li Rojava, bi taybetî jî li dijî gelê Kurd û mirovahiyê, wan çeteyan niha li başûrê Kurdistanê bi cih dikin. Çawa mirov bibêje, PKK û dewleta Tirk yek in. Yek PKK ye û yek jê bi temamî hêza dijî jiyana gelê Kurd, pêşeroja gelê Kurd, li dijî azadiya gelê Kurd, hebûna Kurd, DAÎŞ, Nûsra, dewleta Tirkiyê bi hev re ne. Niha hikûmeta Başûr, dil dixwaze, yan jî ya rast ev e, di warê siyaseta ferz dike, helwesta xwe diyar bike. Li hemberî hebûna gelê Kurd, li hemberî cografyaya Kurdistan, pêşeroja gelê Kurd, xetere ye û dagir dike. Ev çete ne û eşkere ne. Ji rojava û her deverê kom kirine û anîne başûr. Helwestê diyar bikin. Em bibêjin hikûmeta Başûr, te dî dewleta Tirkiyê dewleteke hovane ye, xwedî hêz e, nikare li dijî wan rasterast şer bike. Yanî belkî di niqtekê mirov dikare maneyekê bidiyê. Lê duh pêr li başûr, li Koyê milet xwest weke mertalên zindî bimeşe, xwe bigihîne herêmên şer, Behdînan, Avaşîn, Metîna. Asayişa PDK'ê çima pêşiya wan digire. Ev ne xwedî çek in, di destê wan de ala başûr heye, bê alav in, bê çek in, dixwazin xwe feda bikin, weke mertalên zindî, dibêjin, 'em ê herin bibin asteng, li dijî êrîş, dagirkeriya dewleta Tirk'. Hikûmeta başûr, hûn bi xwe nikarin şer bikin, temam, çima hûn pêşiya mertalên zindî, çima pêşiya melê digirin, dibin asteng. Xêr e, mesela ev xizmeta çi dike? Li gorî hiqûqa navnetewî jî heqê we heye, li ser we ferz e ku hûn dengê xwe bilind bikin. Nikarin bibin bersiv, nikarin şer bikin lê derî vekin, rê bidin ku ev civak hîsên xwe aşkere bike, nerazîbûna xwe aşkere bike, bimeşe, çima astengî derdixe. Ev nayê qebûlkirin, gelê Kurd vê qebûl nake, dîrok vê qebûl nake. Li Tirkiyê bi xwe jî heta bi astekê ve helwest hene, çima li başûr nebe. Li her devera Ewropayê heye, çima li başûr nebe. Başûr 24 saetan tê bombekirin. PKK sedem e? Beriya PKK'ê dewleta Tirk ti caran êrîşê başûrê Kurdistanê, gelê Kurd nekiriye? Dîrok li ber çavan e. Mirov çi bibêje? Bangawaziya me li gelê me ye. Gelê me xwedî helwest be eger şaşitiyeke li hemberî PKK'ê hebe bila bibêjin lê PKK bi rihekî fedayî, birûmet, berxwedaneke pîroz temsîl dike. Gelê Kurd, hikûmeta başûr jî pê serbilind e, serbilindiya gelê Kurd e, ku di dewlet, ti hêz nikarin li hemberî wan, çete û dewleta Tirk nikarin çar rojan li ber xwe bidin. Bi dehan roj in li başûrê Kurdistanê li wan çiyayan nikarin têkevin mewziyeke gerîla. Bi rihekî wiha, bi pisporiyeke wiha ew gerîla li ber xwe didin. Gelê me divê bi vê serbilind be, hêz bigire, moral bigire, alîkar be, destek be, bimeşe, kesek nebe asteng. Li Hewlêr, Silêmanî, Qeladizê jî bila bimeşe Şeladizê ji, bi taybetî herêma serhildanan li Ranyayê jî bimeşin, rabin ser piyan û baş bizanibin, heger, niha dibêjin, êrîş li dijî PKK ye, ne li dijî gelê Kurd e. Rast e, li dijî PKK ye lê PKK jî gelê Kurd e. Gelê Kurd beleheq nabêje, ''PKK gel e, gel li vir e''. Rast e, wiha ye, ev hatiye ispatkirin. PKK nebe pêşeroja vî gelî wê çi be? PKK nebe dewleta Tirkiyê ev 50 sal in li Qibrisê ye, dinya helwestê diyar dike ji Qibrisê dernakeve, dernakeve jî. Li Sûriyê xwe bi cih kir li ruxmî Rûsya, Îran, rejîm, Şamê jî dernakeve, dibêje, li ser pêşeroja Sûriyê xwedî rol e û dernakeve, xwe li wê derê rêxistin dike pergala xwe lir wir rêxistinî dike, perwerde dide, bi giştî pergala xwe li wir ava dike. Niha li başûrê Kurdistanê jî wisa dike. PKK, berxwedana gerîla nebe baş pê zanibin, dewleta dagirker a Tirkiyê, başûr bernade. Wê bibê pêwîst e paşeroja başûrê Kurdistanê wisa be, an na nabe. Ne tenê başûr jî wê bibêje pêwîst e Iraq wisa be an na nabe. Yanî wek faktorekî li ser qedera başûr û Iraqê bibe xwedî rolekî. Niha hikûmeta başûr divê vê bibîne, Iraq jî hewceye vê bibîne. Hikûmeta Iraqê, Îranê baş dizanin dewleta Tirkiyê li ser çi rêxistiniya xwe dike. Ji dîrokê û wir ve bi mezheban dilîze, bi dîn dilîze, rêxistiniya xwe wiha dike. Li ser pêşeroja gelan jî xetere ye, li ser gelê Kurd jî xetere ye. Belkî tenê Turkmenên bi faşîzma Tirkiyê ve girêdayî ne hemû Tirkmen jî, ên Kerkûkê di dilê xwe de jê hez dikin. Wekî dî kesek ne razî ye. Wê hez neke, qebûl neke ku dewleta Tirk li wê derê domdar bibe. Helwesta gelê me pîroz e û rûmet e lê kêm e, hewce ye çar aliyên başûrê Kurdistanê bimeşe. Kesek nikare pêşî lê bigire gelê me, gelê Başûrê Kurdistanê li dijî çekên kimyewî jî serî hildaye. Dîrokek û çandek gelê wir heye. Her wiha pêşmerge. Eynî gerîla jî îro eynî tiştî dijî. Mînak çekên kimyewî li dijî gerîla bi kar tînin. Gelê me wê çawa vê qebûl bike, çawa daqurtîne. Pêşmerge wê çawa vê nebîne û çawa nemeşe. Baş pê zanin, gelê me, başûr biherike, hikûmet jî wê ji bêgavî bibe xwedî helwest, dinya wê vê bibîne dewleta Tirkiyê jî wê cesaret neke êrîşê bîne û hêzên xwe mayinde bike. Rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, akademisyen, jin, ciwan, helwesta ku nîşan didin pir pîroz e lê weke ku me gotî divê zêdetir rêxistinî be. Bi rastî her roj her saet çiya, war, gundên Kurdistanê têne bombekirin. Gelê me divê vê bibihîse, bibîne û di rojeva wan de be. Ji xwe bipirse, li hemberî vê min berpirsyariya xwe çi qasî bi cih aniye, ragihandina başûrê Kurdistanê wiha divê bi rola xwe rabe, teşhîr bike. Hiqûqa navnetewî heye, axa me, welatê me tê dagirkirin, têkoşîna navnetewî bikin, serî li saziyên navnetewî bidin, bi her hawî tevbigerin û ji gerîla bawer bikin, gerîla, PKK serê xwe natewîne. Rast e pêvajo pir giran e, xeter e. Lê me di dîrokê de daye îsbatkirin, bê berdel û zor û zehemtî me ser nexistiye, bi destnexistiye. Dîroka me li ber çav e, rastiya me ev e. Giştî gelê Kurd wisa ye. Wê ji niha û şûnde jî wisa be. Ewqas zorî zehmetî wê encam û berhemê wê jî ewqas rûmet, pîroz û girîng be.

Li Tirkiye têkiliya dewlet-mafya û siyasetê di desthilatdariya AKP-MHP’ê gihişte lûtkeya herî jor, lê bi mikûrhatinên Sedat Peker re nîşan dide ku şerkî navxweyî di navbera wan de heye. Çi bû sedem ku ev şerê navxweyî eşkere bibe?

Çi bû sedem? Şer û pirsgirêka Kurd ku nayê çareserkirin, heman demê demokratîknebûna Tirkiye, her tim sedemek bû. Bi argûmanên dewlet, milet û Sakarya, hinek hêz, hinek kom û hinek kesayet wek vanpîr xwîna vî gelî bimijin, biwerimin. Wisa jî bû. Destpêkê heta niha pir carî ji ragihandinê jî derket, herêmên Bakuê Kurdistanê cihê bazirganiya eroîn û madeyên hişber in. Serpel in, fermandarên wan in, pisporên wan û fermandarên wan ew rêxistin dikin. Mehemt Agar, midûrê emniyetê û fermandarê wê demê hemû wisa werimîn. Dixwestin, ev şer berdewam bike. Dixwestin ew mesele neyê çareserkirin. Derdorî xwe dewlemend bikin, xwe dewlemend bikin. Yanî xwîna ciwanên Kurd, Tirk tê rijandin, ne xema wan e. Tenê daxivin. Heta îro wisa hat. Lê îro rewş cuda ye. Dikin nakin, nikarin encamekê jê bigirin. PKK li ser piyan e, tekoşîn tê dayîn û li Tirkiye jî desthilatiya AKP-MHP’ê hilwedişe. Ev yek girîng in. Yanî tişt bi xwe nabin. Ev hemû encam an jî berhemên têkoşîna tê dayîne. Gelê Kurd serê xwe netewand, berdêl da, li ber xweda. Ew berxwedan weke çek û şûrekê li aborî û siyaseta wan xist, li exlaq û pîvanên wan xist. Wisa her derê wan derb kir, birîndar kir. 
Vê carê şerê wan navxweyî destpê kir, ew tiştên ku Sedat Peker dibêje, ne ji bo îro derbasdar e. Ji destpêkê heta îro heye. Mehmet Agar ji roja destpêkê heta îro van dike. Fermandarên wan, her wiha eynî wisa. Lê îro hinek tengbûne, ketin nav hesab û şerekî, pirsgirêkên şexsî yan koman. Va girîng in. Çend roj berî vê Erdogan cihê Menderes lê hate darvekirin, darbeya 1960’ê çiqas bêrûmet û bê rû bû diaxivî. Weke deftera zilm û zextê, darekirin dawî anî. Azadî aniye welat. Erdogan wisa daxivî. Ev taybetmendiyê karektera dewleta Tirk û desthilata wê ye. Ewqas durû û derew li ser gelê Kurd û gelê Tirkiye dikin. Xwe jî bawer dikin û dixwazin her kes jî jê bawer bike. Abidîn Ozbek ne şaş bim. Dîsa mûsteşar an jî mûfetîşê herêma Amedê yê Kurdistanê hebûn. Van kesan çi digotin, yanî ‘divê Kurd nebin’, Kurd bên tunekirin. Şêwazê wê jî, komkujî an jî asîmlasyon nîşan dide. Li hember cîhanê dewleta her kesê ne, Kurd û Tirk bi hev re dijîn. Lê di nav xwe de planên wisa hene, divê bên tinekirin. Mehmeût Esad Bozkurt demê xwe got,’Yek milet heye, ew esîle. Yek erkê Kurd heye, ew jî kole û xizmetkar, derveyî vê mafê gelê Kurd nîne’ ev ji bo Kurdan nîşan daye. Ji bo vê bike çi pêwîst bike kiriye. Mînaka Şart Îslahat, 1934’an Peymana Îskan, 1935’an Qanûna Dersimê û asîmlasyon, komkujî, lê li hember derve derew û demogojî. Weke îro Erdogan dibêje Kurd jî hene, her kes ne PKK ne, Kurd bi me re ne, wekîlên me hene, demogojiyê dike. Li Tirkiye azadî û demokrasî heye. Lê tiştên îro diqewimin em lê dinêrin, dibînin ku mafya têde, kuştinên kiryarên wan nediyar, komkujî heye, derew hene, madeyên hişber heye û her tişt heye. Herî dawî kesê bi navê Sedat Peker axiviye got, ‘ezê pêşerojê hevaltiya xwe û Erdogan bînim ziman.’ Wî û Erdogan bi hev re mîtîng û hev himêz kirine. Ev kes germ nêzî hevin. Ev dewlet hilweşiya ye, pîvan exlaq nemaye. Berê jî AKP-MHP vê dewletê, vî welatî weke şîrketekê birêve dibir, rastî jî ew e. Niha gihiştiye astekî, di nav wan de rikberî heye, ew dibêje ez, yê din dibêje ez. Yê ku parê xwe tan nabîne, hatin qutkirin; ên weke Sedat Peker û yên weke wî, ew jî tehşîr dikin, kifş dikin. Hemû qirêjî û xirabiyên wan derdixe holê. AKP rastiya dewleta Tirk e, esas. Dagirker û mîtîngeriya Tirkiye ji roja ewil heye. Ji derveyî vê tiştek din nîne. Taybet jî li hember gelê Kurd hiqûq nîne. Yanî hiqûqek ji bo gelê Kurd nîne. Eger ziman û hebûna te neyê qebûlkirin, mirov qala kîjan hiqûqê bike? Niha gelê Kurd weke nasname nayê qebûlkirin, ziman nayê qebûl kirin di sedsala 21’an de. Mirov dixwaze bêje ey gelê Kurd, îsyan neke çi bike? Di sedsala 21’an de wê çaxê çi heye, hiqûq nîne. Hiqûqa dagirkerî û mêtingeriyê heye. Ji aliyê mêtingerî û dagikeriyê ve te çi xwest heye. 
Îro ew Kurdê tine dihate qebûlkirin, rabûye ser xwe. Harbûn û acizbûna faşîzma AKP-MHP’ê yek ji ew e. Dibêjin di dîrokê de me heq ji Kurdan dihatin, çawa dibe rexmê ÎHA, SÎHA alîkariya hêzên navneteweyî heta yên herêmî çima encam nayê girtin? Her hêviya xwe berdewariya xwe rêxistin dike, dibîne vala derketin; har dibin. Ji bo wê tên ser me. Ew jî êdî derûnî û moralê wan xira dike. Lê di cewherê xwe de yê ku vîna hatî şikandin ew in. Ji ber ku her tiştê xwe li ser vê dike, lê encamê nagirin. Êrîş ser me hene, dibe li başûrê Kurdistan belav bibe. Gerîla ji xwe li dijmin digere, li kû be li wir e, lê dide. Li ber xwe dibe, rênade pêş ve bê. Derbên giran li wan didin. Ji bo wê, dixwaze dem kurt encam bigire. Demdirêj ne derûnî û ne jî siyaseta wan, ne jî derfet îro heyî dikare ser bixe. Dem kurt jî nefesa wan têrê nake. Ev fatûreya berxwedana gelê Kurd li wan dizivire. Têkiliya wan a bi mafya û madeyên hişber û siyasetvanan derdikeve hola. Fatûre ji aboriya wan tê holê. Bêîtibarbûna wê ya di qada navneteweyî de derdikeve holê. Faşîzma AKP-MHP’ê di bin vê qirêjî û pirsgirêk de nikare bijî, nikare rabe. Dawiya wan hat. Heya îro dikarîn xwe bidin jiyîn, kirin, her sedem çibe; lê êdî dawiya deshilatî û emrê wan hat. Wê ji niha û şûnde cuda be.

Têkiliyên Erdogan, AKP yên bi çeteyan re ne tiştekî veşartî û tê zanîne. Lê Sedat Peker careke din ev têkiliya Erdogan a bi çeteyan re eşkere kir. Ev yek wê di qada navnetweyî de bandora xwe hebe?

Qada navneteweyî dûrûtî neke, girêdayî pîvan û hiqûqê xwe be, bê gûman wê hebe. DAÎŞ te dît, di aliyê navneteweyî de weke terorîst tê dîtin, her wiha El Nûsra jî terorîst tê nasîn û beşek ji wan in. Ev dijminê mirovahiyê ne. Van gelê Ereb, Kurd, Ereb, Xiristiyan, Asûrî, Sûryan, Êzidî qir kirin. Vana ji navenda Parîsê, Elmanya, heta DYE, Ewropa hejandin. Xwîn rijandin. Weke terorîstên herî hovane hatin nasîn. Dewleta Tirkiye destek dan van. Ne tenê çek, cebilxane ji bo wan şandin. Heman demê ji herêmên cuda cuda perwerde kir, rêxistin kirin, amade kirin û şandin serê gelê Kurd û ser gelê herêmê. Wexta ku tengav jî bûn, weke Sedat Peker jî îtiraf dike, berê jî hate ziman, bi dehan û sedan TIR û kamyon ji çek û cebilxane û gelek tişt ji El Nûsra re şandin. Sedat Peker îro li xwe mikûr tê. Lê wextê xwe Rûsaya anî ziman û Emerîka jî vê dizane, gelek kes jî dizane, dewleta Tirk rast e rast, destek da El Nûsra. Nûsra, DAÎŞ xwe li hember Tirkiye deyndar dibîne, bê îtiraz tê çiyayên Kurdisatanê cih dibin û li Başûr li hember gelê Kurd û gerîla şer dike. Ji ber ku xwe deyndar dibîne, Ji ber ku dewleta Tirk pir alîkarî da wan. Niha hêzek wiha hovane û terorîst dewleta Tirkiye bi her awayî alîkar bû. Eger hiqûqa navneteweyî hebe, edaletek hebe, pîvan hebe; bê guman tavilê wê hesab ji dewleta Tirk bixwaze. Li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin. Hesabê xwe bide. Bi alîkariya bi dewleta Tirkiyeyê re bi hezaran, bi deh hezaran mirovên Kurd, Ereb, Suryan, Xiristiyan li Sûriyeyê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin. Para dewleta Tirkiyeyê di vir de heye. Dewleta Tirkiyeyê destek da, cîhan hemû bi vê zane. Dibe ku raya giştî tam pê nehesiya, lê dewlet zanin; Rûsya, Emerîka zanin. Ya girîng ew e ku di vê mijarê de raya giştî xwedî helwest be. Kesên hiqûqnas, siyasetmedar vê mijarê bixin rojevê. Li ser Emerîkayê, li ser Rûsyayê zextê bikin. Ji ber ku vana bûn sedema ku pirsgirêka Sûriyeyê giran bibe, bû sedem ku gelek ol, çand, civak bên qirkirin. Rast û rast destek dan dewleta Tirk. Idlib, Cerablûs bi vî rengî dan dagirkirin. Îro yên li Efrînê hemû çete ne, bi sed hezaran çete li wê derê bi cih kirin. Em dixwazin vê yekê careke din bînin bîra hikumeta Başûrê Kurdistanê. Vana ewqasî ji hev re ne. Çete, DAÎŞ, Nûsra û dewleta Tirkiyeyê çawa li Rojavayê Kurdistanê xwe bi cih kirin û bi hev re ne, hewl didin û dixwazin li Başûr jî bi heman rengî ji hev re bin, heman polîtîkayê bimeşînin. Îro belkî dibêjin PKK, lê giştî ye. Dewleta Tirkiyeyê bi her awayî di nava sûcekî de ye. Ji bo wê dereng be jî îtirafa Sedat Peker, belge ne. Berê rojnamevanên weke Can Dundar hatin darizandin, neçar ma reviya çû Ewropayê. Zext li wî kirin. Wan jî eşkere kir, rojnameya Cûmhûriyetê jî eşkere kir. Yanî gotin, di TIR'an de çek hene û ev ji çeteyan re diçin. Rast e ev hemû yanî.

Li Tirkiyeyê heta niha dewletê desthilatdariyên ji bo xwe xetere didîtin dest lê werdida. Lê di pêvajoya îro de ya dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de vê carê destwerdan li hemberî muxalefetê, kesên demokrat û sosyalîstan pêk tê. Sedemên guhertineke wisa çi bû? Taybetmendiya vê pêvajoyê çi ye?

Dîroka Komara Tirkiyeyê di heman demê de dîroka darbeyan e. Van darbe ti carî weke şoreş yan jî hêzek demokratîk, alternatîf bibînin û wê tune bikin; ne ji ber vê sedemê pêk hatine. Piranî navxweyî ne. Mesela ji xwe re kirine sedem hinek tişt. Darbeya sala 1960'î ya li hemberî Adnan Menderes şoreşgerî nebû. Siyaseta Tirkiyeyê wê demê, sermayeya hundir a neteweyî û navneteweyî, têkiliya wan bi kapîtalîzm, Emerîkayê re di kîjan astê de be. Nakokiyên wisa navxweyî hebûn. Ji ber vê sedemê pêk hat. Di dema sala 1960'î de hîn jî weke Başûrê Kurdistanê navê têkoşîna gelê Kurd bi tevgera Mele Mistefa Barzanî, li Rojhilat germahiyek meseleya Kurd hebû. Li cîhanê Tevgera Şoreşgerên Ciwan, Tevgera Fîlîstînê hebû. Li Bakurê Kurdistanê jî wê demê weke xwendevanên Kurd, rewşenbîrên Kurd di nava lêhûrbûnekê de bû. Bi navê Kurd, Kurdistanê nîqaş, rojevek wisa hebû. Adnan Menderes ji vê yekê jî tirsiya. Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê de Adnan Menderes ev pêşniyar kir: Hîn ew lêgerîna tevger û rewşenbîrên Kurd nehatiye birêxistinkirin, divê ji wan çend kes, 20 dibe 40 dibe; yên ji wan re serokatiyê dike yan jî pêşengiyê dikin, yekser bên darvekirin. Yên din wê bêdeng bimîne. Wê çaxê Adnan Menderes ev yek gotibû. Di pirtûkan de wisa derbas dibe, me wisa xwendiye. Paradoks ew e ku ne ji bo şoreşgerî, meseleya Kurd, ji ber pirsgirêkên navxweyî weke ku min anî ziman, Adnan Menderes hate darvekirin, tevî du kesan. Ew darbe meseleyeke navxweyî bû weke ku min anî ziman. Mirov dema li darbeya sala 1971'ê dinerin, ya 12'ê Adarê; wê çaxê dîsa ruhekî şoreşgerî li cîhanê heye. Tevgera Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, lê ne di wê astê de ye ku dewleta Tirkiyeyê ji bo wê darbeyê bike û pêşiyê lê bigire. Ne di wê astê de bû ku dewletê bihejîne. Ji xwe re kirin sedem. Xwestin vê dîzayn bike. Yanî aboriya xwe li gorî pîvanên kapîtalîzmê dîzayn bike, destûra xwe li gorî wê ji nû ve ava bikin. Kirin sedem, ew darbe ji bo wê pêk hat. Darbeya sala 1980'î ya Kenan Evren. Raste mirov dikare bêje tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û bi taybetî şoreşa Kurdistanê ew cidî hejandin, lê ew jî bi pirsgirêka Efganistanê girêdayî bû, her wiha ji bo aboriya xwe ji nû ve sererast bikin pêwîstî pê didîtin ku biryarên cidî werbigirin. Bêguman li dijî tevgera gelê Kurd jî bû. Bi giştî dixwazim vê bêjim. Darbe di nava xwe de ne esasî. Heta niha piranî wisa pêk hatine. Vê carê faşîzma AKP-MHP'ê xwe bi sazî kir, xwe bi rêxistin kir. Yanî li her derê faşîzmê xwe bi rêxistin kir. Yanî AKP-MHP bûn dewlet. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bû dewlet. Ketin nava hevdu. Li nava burokrasiyê xwe wisa bi rêxistin kirin. Dest avêtin aboriyê wisa xwe bi rêxistin kirin. Dest avêtin ragihandin û xwe bi vî rengî bi rêxistin kirin. Di nava çandê de xwe wisa bi rêxistin kirin. Di nava perwerdeyê de xwe wisa bi rêxistin kirin. Aliyê ku kêm dîtin, weke bekçiyan bi rêxistin kirin. Bi giştî sazîbûna faşîzmê temam kir, xwe bi rêxistin kir. Di vir de tirsek heye, eger ew faşîzm têk biçe sûcê wan pir e. Yanî wê bên darizandin, hesab bê xwestin. Ji ber wê, lazim e her tim otorîter bin, her tim xwedî zext bin û desthilat bin. Bala we kişandibe; kesekî bi tenê jî helwesteke siyasî, sivîl diyar bike, yekser diçin ser wî jî. Nahêlin ku nerazîbûneke civakî, sivîl jî rû bide. Tirsek wan heye. Dibêjin, ev ê zêde bibe û ji hev re bibe mînak, hema di cih de diçin ser. Ew ji wê tirsê tê, ne xwedî hêz in, ji xwe bawer in, na. Ji wê tirsê tê. Niha muxalefeta navxweyî bû xwedî derfet û avantaj heye ku li hember desthilatdariya faşîzma AKP-MHP'ê bibin desthilat yan jî nikarin bi rehetî dewam bikin. Wek CHP, Partiya IYI, HDP, partiyên din balê dikişîne. Yên li derveyî çeteyan, AKP-MHP'ê, reng û helwestê wan çi dibe bila bibe, di nuqteyekê de dibin yek. Ew nuqteya li ser hev dikin jî ew e ku divê AKP-MHP têk biçin. Ev yek AKP-MHP'ê ditirsîne, li ser wan zextê dike. Ji bo wê mesela li hemberî seroka partiya IYI Meral Akşener gef xwarin, ku li gorî siyasetê jî şerm e, li dijî jinekê jî nêzîkatiyeke bi vî rengî şerm e. Li hemberî CHP'ê jî dikin. Li dijî HDP'ê ji xwe her tim her tiştî dikin. Ev hemû ceribandin, ev hemû ji neçariya wan tê. Çi bikin jî êdî nikarin pêşî lê bigirin. Pirsgirêkên wan ên navxweyî ketin rojevê, rojev wisa tê diyarkirin. Mafya, narkotîk û desthilatdariya AKP wê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi hemû hêz û kesayetên li dijî vê faşîzmê bi taybetî bi berxwedana gelê Kurd wê ev rejîm têk biçe.

Li Sûriyeyê hilbijartinên serokkomariyê li derveyî Idlib û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî û li Herêmên Rêveberiya Xweser pêk hat. Gelek dewletan ev hilbijartin rewa nedîtin. Di parçebûn û kaoseke wisa de bi kîjan armancê hilbijartineke wisa pêk hat û ji niha û pê ve wê karibe armancên xwe pêk bîne?

Aqlê desthilatdariyê, netewe dewlet hinekî wisa ye. Yekcaran aqil paş ve dimîne, hêrsa wan, xwestekê wan, desthilatdarî dikeve pêşiya her tiştî. Halbûkî li Sûriyeyê rewş li ber çavan e. Bi milyonan mirov, hema hema nîvê civaka Sûriyeyê li derveyî welat e. Ji sisiyan yek, belkî ji çaran yek Şam îro desthilat e, xwedî bandor e. Lê hilbijartin kirin. Gelo dikare kê razî bike ku ev hilbijartin demokratîk e û derbasdar e û rewa ye? Kî dikare vê bêje? Nepêkane û ne rast e. Wan çete û dewleta Tirkiyeyê red kirin. Li gorî me şopandî, Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên rêveberiya xweser sedemên xwe yên maqûl anî ziman. Yanî eger ne demokratîkbûna Sûriyeyê be, eger tiştek neyê guhertin û tenê ji bo hilbijartina Beşar be ew ne di nava vî karî de ne. Eger danûstandin hebûya ji bo Sûriyeyeke nû, Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji vê re vekirî bû. Li gorî me şopand. Çima rejîma Sûriyeyê, Baas, yan jî Şam bi temamî ji vê re girtî bû? Weke ku ti guhertin nebûye, tenê wê Beşar biçe hilbijartinê, Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jî ev red kir. Li gorî em zanin tenê li herêmên xwe sandoq danîn. Bi kurtasî bi kîjan pîvan mirov bide ber çavan û li gorî wê binirxînin, ne mumkun e ku mirov bêje ew hilbijartin rewa ye, demokratîk e. Ji xwe gelek saziyên navneteweyî, gelek dewletan jî red kir û nerast e. Eger aqil li pêş bûya, Şam hîn bi stratejîkî bifikiriya, guh bida, wate bida dengê gelê Kurd û rêveberiya xweser, bi hev re Sûriyeya nû ava bike, Sûriyeyeke demokratîk. Dibe ku baştir bibûya. Lê guhê xwe girt, qebûl nekir. Di ya xwe de israr kir, wê çaxê ew ne derbasdar e. Tenê Rûsya û Îran dibêjin rewa ye. Ji xwe ev tê texmînkirin, li derveyî wan kesî qebûl nekir. Ev ti pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nake. Ev israra dewamkirina pirsgirêkê ye. Ne ji bo çareseriyê ye. Di ya xwe de israrkirin e. Rewş li ber çavan e. Xuya ye çareserî nîne, bi qalê niha yê Şamê. Ev hilbijartin wê nebe bersiva tiştekî, nebe bersiva çareseriyê. Nakokî hîn jî zindî bû, hîn jî her kes ji hev dûr neket, ne nêzî hev bû. Eger hevdu qebûl bikin, Şam û rêveberiya xweser û Sûriyeyeke nû û demokratîk, rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karibe xwe bi rê ve bibe, sînorê Sûriyeyê yek be, ala Sûriyeyê û giştî Sûriye belkî deriyek li çareseriyê bê vekirin. Lê di ya xwe de israr jî pêşiya her tiştî digire.