Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê û Nûnertiya PYD'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser 3 endamên xwe yên li balafirgeha Hewlêrê di 10'ê Hezîranê de hatin destgîrkirin.
Civîna çapemeniyê li Silêmaniyeyê hate lidarxistin û wiha hate gotin:
"Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li herêma Kurdistanê, Nûnertiya PYD'ê li Başûrê Kurdistanê
Di 10'ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û 2 endamên têkiliyên partiya PYD'ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li balafirgeha Hewlêrê dema ku mêvan pêşwazî dikirin, ji aliyê Asayîşa Balafirgehê ve hatin destgîrkirin û radestî Asayîşa Giştî hatin kirin.
Ji wê rojê heta îro bûye hefteyek ti agahî ji wan nehatiye û ti pêwendî bi wan re çênebûye. Gihîştiye asteke ku em ji jiyana wan bi guman in.
Di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de ku gelê me tê de ye, kiryarên bi vî rengî tê wateya astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî. Her wiha dikeve çarçoveya hewldanên qelskirina destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ev kiryar bi ti awayî nakeve xizmeta yekrêziya Kurdî û helwesta neteweyî. Berevajî wê dikeve xizmeta plangeriya neyarên Kurdan. Bi taybetî dewleta Tirk a ku bi hemû rêbazên xwe dixwaze dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê fireh bike.
Li ser vê bingehê em vî sûcê ku der heqê kesayetên me yên siyasî şermezar dikin û ji PDK'ê dixwazin ku demildest nûnerên me serbest berdin. Her wiha banga me li hikumeta Herêma Kurdistanê, parlamenta herêmê, hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin.
Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyariya xwe yê niştimanî rabin."