Nûnerên NY'ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin

Endamên Komîsyona Yekîtiya Navbera Parlamenteran a Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Endamên Komîsyona Yekîtiya Navbera Parlamenteran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji bo hin hevdîtinan hatin Tirkiyeyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, endamên komîsyonê di deriyê protokole de pêşwazî kir. Mizrakli ji bo serdanê spasiya endamên komîsyonê kir û bal kişand ser girîngiya serdanê.

Li ser navê komîsyonê Gabrîella Cuevas axivî û got: "Tirkiye di pêvajoyek awarte de ye. Li şûna ku em pêşketinên heyî li ser medyayê bişopînin, di cih de dîtin girîngtir e. Ji bo famkirina bûyeran hevdîtinkirin girîng e. Li Stenbolê jî hin hevdîtinên me hene. Ji bo wergirtina agahiyên berfireh pir alî hevdîtin pêwîst e."

Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Endamên Komîsyonê berî serdana Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Walîtiya Amedê ziyar kiribû.